Şêwazê şer ê berxwedana Tişrînê bû kabûsa dewleta Tirk û çeteyan

Di berxwedana xwe de şervanên leheng ên QSD-YPJ bi awayekî fedaiyane, tevahî erîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker şikandin. Berxwedana Bendava Tişrînê ku di 8’ê Kanuna 2024’an de destpê kir xwe gihandiye roja xwe ya 31’mîn.

Şervanên berxweder ên li Tişrînê tevahî erîşkarî û gefên ku li ser Bendavê hebûn têkbirin û cesareta çeteyên dagirker vala derxistin. Her ku erîşên çeteyan li ser Bendavê zêde dibin ezmûn û performansa şervanan li ser şêwazê şerê tunel, şerê bajar, şerê deşt û bi droneyên fedaî yên QSD’ê, şerê hewayî zêdetir dibin. Bi vê şerê berxwedanê ve şervanên Bendava Tîşrînê, ji tevahiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re dibe îlhameke nû.

Berxwedana li bendava Tişrînê ya şervanan ku 31 roj in dewam dike, nîşand ide ku di şêwazê nû yê şerê tunelan de xwedî cihekî stratejîk e. Ji aliyekî din ve jî şervanên Tîşrînê, tevahî bînayet û avahiyan wekî çeperên şer û wekî cihên xwe parastinê bi kar tînin. Bi sedan çeteyên dewleta Tirk a dagirker, di şerê tunel û bajêr ê li bendava Tîşrînê, di rojên destpêkê de hatin kuştin. 

Dema ku çeteyan bi alîkariya wesayîtên zirxî û bi balafirên keşfê ên dewleta Tirk a dagirker xwestin pêngaveke mezin a êrîşkariyê li ser Bendava Tîşrînê bidin destpêkirin, hesabê wan negirt û li dijî wan zîvirî. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji 3’ê baskan ve erîşeke mezin li ser çeperên şervanên Tîşrînê lidar xistin. Di encama şerê navbera çeteyan û şervanên leheng yên QSD-YPJ’ê de tenê ne erîşên wan têk çûn, berevajiyê wê gundewarên bendavê, ji çeteyan hatin rizgarkirin. Ji lewra ev yek, di nav komên çete de panîkeke ciddî çêkir û ji hêla psîkolojîk ve tirseke mezin afirand.

DI ROJA 26'EMÎN A BERXWEDANÊ DE ÇETEYÊN DAGIRKER ŞIKESTIN

Çeteyan ku bi hejmareke nezî wekî 500 kesan ve erîşê çeperên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin. Di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û şervanên berxwedêr ên Bendava Tîşrînê de şerekî giran qewimî. Di encamê de 72 kuştî û hijmareke zede birîndarên çeteyên dewleta Tirk a dagirker çêbû. Ji aliyê şervanên Meclîsa leşkerî a Minbicê ve tankek û hejmareke zêde wesayîtên zirxî hatin rûxandin. Çeteyan derfet nedîtin ku cenazeyên kuştiyên xwe û birîndarên xwe rabikin. Heman awayî çek-cebilxane û seyareyên wan ên zirxî ketin destê şervanên Meclîsa Leşkerê ya Minbicê. Yek ji sedema wan windahiyên zêde ya çeteyan jî ew bû ku şervanên fedaî yên berxwedanê tunel, avahiyên sererd, deşt û dronên fedaî ya yekîneya Şehîd Harûn bi awayekî koordinekirî li çeteyan dan. Ango bi şêwazê şerê koordînekirî carna binerd û carna ji ser erd ve bi hevahengiyeke taktîkî, şervanan li çeteyan xistin. Ji bo vê çeteyên dagirker, edî ne dizanîbûn ku şervanên QSD-YPJ ji kîjan aliyan erîş dikirin. Şêwazê bikaranîna şervanan a tunel û avahiyan di dilê çeteyan de xofeke pir mezin da ava kirin û ev yek dibû sedema ku di nav çeteyan de belavbûneke were avakirin. 400 çete bi hejmareke zêde birîndar û bi 72 kuştiyên xwe ve ji Bendava Tişrîn’ê vekîşiyan. Gotina “suwar hatin pêya çûn” gotina rast a encama berxwedana wê rojê pênasa dike. Erîşkariya herî mezin a çeteyan bi wê hejmara mezin, di encamê bersivdayina şervanan de têk çû û reviyan. 

ŞERÊ BERXWEDANA 'ZENDÛRA' LI TIŞRÎNÊ

Ji bo rast gihandina asta berxwedana şervanên berxweder a Tîşrînê pêwîstiya me bi hînek şibandinan heye. Wekî tê zanîn li çiyayên azad di dîroka nêz de gerîlayên azadiyê bi berxwedanên xwe yên dîrokî ve îradeya artêşa Tirk a dagirker şikandin. Yek ji wan berxwedanên ku gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê meşandibû û ketibû rûpelên dîrokê, berxwedana Zendûra bû. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi balafirên keşfê û droneyên întiharî ve dixwestin tevgera şervanan li hînek cîhên Tîşrînê asteng bikin da ku çeteyan karibin xwe bigîhinin tunelan. Dema ku çete xwe gihandin li ser telaqiyên tunelan jî bi bombeyên destan, bi çekên RPG-7 ve erîşê tunelan kirin. Li aliyekî din ve jî bi benzîn, mazot û bi şevitandina lastîkan (teker) ve dixwestin şervanan di tunelan de bifetisînin. Bêguman ev şêwazê erîşê, ne şêwazê çeteyan e. Ev şêwazê leşkerên dewleta Tirk a dagirker ku di çiyayên azad de li hember gerîlayên azadiya Kurdistanê dihat meşandin e. Yek ji mînakên wan ku em bû ne şahidê wê jî berxwedaniya tunelên Zendurayê ye. Di tunelên Tîşrînê de li ber xwe daneke bi wê rengê te meşandin. Heyanî roja me ya îro yanî roja 30’emîn a berxwedanê jî yek şervan radestî çeteyan ne bûye. Yek şervan jî bi saxî neketiye destê çeteyan. Lê berevajiyê wê, berxwedaniyekê pir mezin û dîrokî tê meşandin. Ji ber vê yekê ye ku ez wekî endamekî ragihandina azad pêwîstê dibînim ku şîbandina berxwedana Zendûrayê wek nimune bidim destnîşankirin. 

DEWLETA TIRK BI ÊRÎŞÊN HEWAYÎ TÊKÇÛNA ÇETEYAN VEDIŞÊRE

Pîştî berxwedana 26 rojan a şervanên leheng a Meclîsa Leşkerî a Minbicê hêz û moralê çeteyan êdî neman ku ji nû ve êrîş bikin. Di nav çeteyan de matmayîn û xofeke ciddî ya psîkolojîk çêbû. Cesareta wan hate şikestin. Ew îradeya wan êrîşê nema. Şervanên xort û jin ên berxwedana Tişrînê têkçûneke pir xurt di dil û mêjiyê çeteyan û artêşa Tirk de dan avakirin. Şervanên ku vekişîna çeteyan ditîn bi slogan û kenên xwe li reva çeteyan temaşe û pîroz kirin. Ji ber vê yekê ye ku dewleta Tirk a dagirker balafirên xwe yên şer û balafirên xwe yên keşfê xist tevgerê. Ev bû 3’ê roj û 3’ê şev, bênavber dewleta Tirk a dagirker bi balafiran û bi çekên giran ya menzîl dirêj erîşê çeperên şervanan dikin. Li gûndewarên Tîşrîn û Mesakena de cihekî nemaye ku balafirên keşfê, balafirên şer, tank, obîsên firtûna û hwd a dewleta Tirk a dagirker nekiriye armanc. Erîşên hewayî û topbarana bi tank û obûsên menzîl dirêj ev 3 roj in bênavber berdewam dikin. Ruxmê van erîşan jî bi moral û motîvasyoneke mezin, şervanên berxwedêr bi tedbîrên xwe yên binerd ve berxwedaniye xwe ji nû ve di rûpelên dîrokê de dinivîsînin. 

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ NÎŞANEYA LAWAZBÛNA WAN E, NE KU EW BI HÊZ Û SERKETÎ NE

Di dîroka şerên cîhanê de, her wiha dewletên dagirker, faşîst û hegemon dema ku hêza wan li hember berxwedana gel û şoreşgeran têr nekiribe, wê demê bi hemû hêza xwe êrîş kirine. Nexasim bêsinor bikaranîna balafirên şer û çekên teknolojiya bilind bûye rêya dawî ya xilasiya dewletên hegemon. Tiştê ku ev 3 roj in ku li Tîşrîn û gundewarên wê tên meşandin jî ew e. Dewleta Tirk a dagirker ji bo moraldayina çeteyên xwe û ji bo xapandina medyayê û raya giştî êrîşeke wiha dike. Bi van erîşan dewleta Tirk a dagirker di vê şerê ku winda kiriye de dixwaze zêdetirîn dem qezenç bike.