Çîftçî: Ji zimanê Kurdî ditirsin

Mamosteya zimanê Kurdî Hamdiye Çîftçî Oksuz, diyar kir ku, piştî qeyûm hatin ser kar, tişta yekem kreşên zarokan girtine û got, "Ev nîşan dide ku ew çiqasî ji ziman ditirsin."

Dibistan û kreşên kurdî û çalakiyên çandî yên di nava şaredariyên HDP’ê de hatibûn vekirin, ji aliyê qeyûmên ku di salên 2016 û 2019’an de hatibûn tayînkirin, hatin girtin. Di sala 2016'an de bi tayînkirina qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku nifûsa wê ji milyonek û 300 hezarî derbas dibe, kreşa kurdî ya li şaredariyê hat girtin û xebatên çandî yên bi zimanê Kurdî hatin rawestandin.

Kreşa Perpêrokê û Navenda Lênêrîna Rojê ku bi kurdî xebatê xwe dewam dikir û xwedî qadek berfireh a qada lîstikê ya zarokan, hewza qûmê, bexçeyek bi kozik û otopark û qada derve hebû. Li kreşa bi kapasîteya 90 kesî ku 20 kes lê dixebitîn; Şano, sînema, mûzîk, dans, şetrenc û qadên listika zarokan hebû. Li kreşê ku di her polê de 18 xwendekar lê hebûn, ji zarokên 0-6 salî re xizmet hatin kirin. Qeyûmê Wanê navê kurdî "Perpêrok" betal kir û dersên kurdî qedexe kir. Navê kreşê jî kir Kreş û navenda lênêrîna rojê û li şûna dersên Kurdî dersên Tirkî danî.

Hamdiye Çîftçî ya ku li Perpêrokê wek perwerdekar dixebitî ji kar hat derxistin,. Çîftçî bi bîr xist ku bi tayîna qeyûman re hemû saziyên zimanê kurdî hatin girtin û got, “Min li kreşeke kurdî mamostetî dikir. Bi hatina qeyûm re tabelaya kurdî ya kreşê hat daxistin, zimanê perwerdehiya bi kurdî hat wergerandin tirkî û mamosteyên ku bi kurdî baş dizanin di destpêkê de ji kar hatin avêtin. Ev jî nîşaneke zelal û eşkere ye ku çiqas ji ziman ditirsin.”

ZIMANÊ JIYANÊ BI TEMAMÎ KURDÎ BÛ

Çîftçî bi bîr xist ku kreş di 15’ê Gulana 2015’an de di Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de hat vekirin û wiha dewam kir, “Li kreşê 5 pol hebûn û 80 xwendekar lê hatibûn qeyd kirin. Zarokên 0-6 salî perwerdehî didîtin û ziman bi temamî bi kurdî bû. Krêşa ku li gorî daxwaz û pêdiviyên gelê herêmê hatibû vekirin, bi hatina qeyûm re hate girtin. Dema em di vê kreşê de dixebitîn, ewil em çûn nav gel, me lêkolîn kirin û pêdiviyên wan hînbûn û me dest bi van perwerdeyan kir. Piştî ku binesaziya kreşê hat avakirin, kreşa Perpêrok û navenda lênêrîna rojê ku li herêmê yekemîn kreşa kurdî ye, bi heyecan û coşeke mezin hat vekirin. Yekemîn kreşê kurdî li vê herêmê rastî eleqe û daxwazên gel hat.”

HEMÛ KIRIN TIRKÎ

Çîftçî diyar kir ku zimanê jiyanê yê li kreşê bi temamî bi kurdî bû û wiha domand, “Tevî ku di kreşê de 80 xwendekar hebûn jî, gelek xwendekar diketin dorê ku qeyda wan bên kirin. Eleqeyek mezin hebû. Me plan dikir ku kreşên nû vekin, lê bi hatina qeyûm re hemû xebat hatin seknandin. Hema piştî zimanê jiyanê hat guhertin, piştre jî tabelayên bi kurdî hatin daxistin, navên servîsan hatin guhertin. Piştre hemû qeydên zarokên kurd ên qeydkirî hatin jêbirin. Herî dawî jî mamosteyên ku di kreşê de bi zimanê kurdî baş dizanibûn û dixwestin zimanê kurdî xurt bikin ji kar hatin avêtin. Li şûna perwerdeya kurdî perwerdeya tirkî hat dayîn. Ev jî nîşan dide ku çiqas ji ziman ditirsin.”