Wezîrê Parastina Îranê: Hêza Sûriyê heye xwe biparêze
Wezîrê Parastina Îranê: Hêza Sûriyê heye xwe biparêze
Wezîrê Parastina Îranê: Hêza Sûriyê heye xwe biparêze
Wezîrê Parastinê yê Îranê Hisên Dehqan diyar kir ku, hêza Sûriyê ya leşkerî heye ku parastina xwe bike. Dehqan, da zanîn ku heger êrîş li dijî Sûriyê pêk hat dê herêm bi giştî lihevkeve.
Televîzyona A alem ya Îranê ku bi zimanê erebî weşanê dike, diyar kir ku Wezîrê Parastinê yê Îranê Hisên Dehqan di civîna Meclîsa Wezîran ya Îranê de derbarê alîkariya Îran bi Sûriyê re axiviye. Dehqan, diyar kiriye ku hêza Sûriyê heye li dijî êrîşeke muhetemel ya Amarîka parastina xwe bike û tu pêdiviya Sûriyê piştgriya Îranê ya çakan tune ye.
Derbarê êrîşa muhetemel a li dijî Sûriyê Dehqan da znaîn ku êrîşa muhtemel a li dijî Sûriyê dê herêmê tevlihev bike û xeteriyeke mezin li seraanserî herêmê çêke. Hate gotin ku Dehqan gotiye ku Amarîka dikare êrîşa li dijî Sûriyê pêk bîne lê dê nikaribe dawî li şer bîne.