QSD’ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê nasnameya 4 şervanên eşkere kir ku di 21-22’yê Mijdarê de li herêmên cuda şehîd bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê nasnameya 4 şervanên eşkere kir ku di 21-22’yê Mijdarê de li herêmên cuda şehîd bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) derbarê şehadeta 4 şervanan de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin "Hevreyên me Hogir Reqa (Fîras Mihemed Bîco) di encama teqîna mayînek berê ya çeteyên DAÎŞˈê de li gundê Qeremox ê Kobanê û Heqî Qamişlo (Mihemed Ebas) di encama qezayekê de li bajarê Hesekê şehîd bûne. Hevreyên me Rêzan (Ehmed Ewad Rehal) ji ber teqîna mayînekê li bajarokê Ezba yê Dêrazorê û Dilşêr Bakur (Mehmûd Mihemed Qerataş) di encama qezaya trafîkê li bajarokê Şiyûx ê rojavayê Kobanê şehîd bûn.
Hevrêyên me Hogir Reqa, Heqî Qamişlo, Rêzan û Dilşêr Bakur bi ruhekî hevalatiyê di nava refên hêzên me têkoşîn kirin, her tim li eniyên berxwedanê bû û li hemberî rêxistina DAÎŞ a terorîst û dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê mînakên herî watedar ên berxwedan nîşan da.
Bila serê me, serê malbatên her çar şehîdan û tevahî malbatên şehîdan sax be. Em teqez dikin ku roj bi roj israra me ya domandina xeta berxwedan û têkoşîna şehîdên me, zêdetir dibe heya ku bi serketinê tacîdar bibe."
Agahiyên der barê şervanên şehîd de wiha ne:
Nasnav: Hogir Reqa
Nav û paşnav: Fîras Bîco
Navê dayikê: Selca
Navê bav: Mihemed
Cih û dîroka şehadetê: Gundê Qeremox-Kobanê-21 Mijdar 2024
******
******
Nasnav: Heqî Qamişlo
Nav û paşnav: Mihemed Ebas
Navê dayikê: Behiye
Navê bav: Elî
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê 22 Mijdar 2024
******
Nasnav: Rêzan
Nav û paşnav: Ehmed Rehal
Navê dayikê: Wedha
Navê bav: Ewad
Cih û dîroka şehadetê: Bajarokê Ezbe-Dêrazor 21 Mijdar 2024
*******
Nasnav: Dilşêr Bakur
Nav û paşnav: Mehmûd Qetetaş
Navê dayikê: Mihemed
Navê bav: Fedîle
Cih û dîroka şehadetê: Gundê Şiyûx-Kobanê- 21 Mijdar 2024