‘Wênesazî çandê zindî dihêle’

Wênesaz Fewzî Bîlge dibêje wênesazî ji beriya nivîs ango tîpan di şikeftan de bi zimanê ragihandinê re derketiye û got: “Wênesazî çand û hunera civakan herdem zindî dihêle.”

Wênesazî ji beriya zayînê bi salên pir dur û dirêj heye. Bi vê yekê mirov bêje ku hunera wênesaziyê bi çêbûna mirovan re hatiye afirandin ku hest û ramanên xwe derxîne holê û karîbe bi tabloyên xwe hêstên ku dijî bi civakê bide parvekirin û peyamekê bi wê tabloya xwe vebêje. Di lêvegera lêkolînên dîrokî de tê payîn ku hunera wênesaziyê dîroka wê vedigere 20 hezar sal a beriya zayinê û çêbûna wê jî vedigere mantiqê mirovan ê xwe parastinê û wêrekiyê. Li ser hunera wênesaziyê em bi Wênesaz  Fewzî Bîlge re axivîn.

‘JI ZAROKATIYÊ DEST PÊ KIR’

Wênesaz Bîlge dibêje di temenê xwe yê biçûktiyê de dest bi karê wênesaziyê kiriye û wiha axivî: “Di jiyana her mirovan de hunera xeyal û xewnên zarokatiyê heye. Li gorî wê xeyalê dibe xwedî pîşe û kar. Lewra bi xwesteka dilê mirovan û israra karê xwe hêdî hêdî dibe xwedî berhem û huner. Di temenê zarokatiya min de daxwaz û hezkirinek mezin ya min ji bo wênesaziyê hebû. Hîna ez biçûk bûm, min wateya wêne nedizanî min wêne çêdikir û ez li ser wêne dixebitîm. Dema ku min wêne çêdikir mijarên di serê min de kom dibûn min werdigerand wêne û bi demê re min wêne pêşxist. Li cihê ku ez mezin bûm, wênesazî tinebû û ji xwe navê wênesaziya Kurd qet tinebû. Heta salên 1990’an jî min wêne çêdikir, ji ber şert û mercan ez necarmam heta demekê li Stenbolê bijîm. Li Stenbolê çend wênesazên Kurd me hevdû nas kir û ketin nava têkiliyan.” 

‘PÊŞENGEHA KOMKUJIYA HELECPÇE’

Bîlge anî ziman bi wênesazên Kurd re li Kadikoy ya Stenbolê li ser Kombujiya Helepçe pêşengeh vekirine û wiha pê de çû: “Piştî ku bi çend wênesazên Kurd re em hatin ba hev em ketin nava xebatê û me xwest yekitî yan jî Komeleyek ya Wênesazên Kurd vekin. Yekem çalakî xebata me li Kadikoy ya Stenbolê me pêşengeha Komkujiya Helepçe vekir û gelek bal jî kişand. Piştî salên 90’î û vir de bi çendin wênesazên din re em hatin ba hev. Di wê demÊ de şert û merc gelek zehmet bûn, lê belê heta demekê me kar û xebat dan meşandin.”

‘WÊNESAZIYA KURD EMIR KURT E’

Bîlge li ser wênesaziya Kurd jî axivî û wiha dom kir: “Di hunera Kurd de, wênesazî emir kurt e. Çima emir kurt e? Ji ber şert û mercên gelên Kurdistanê tê de ne gelek cudaye. Ji ber şert û mercên giran hunera wênesazî xwe li ser lingan nagre û emir kurt e. Şert û mercên heremê destûr nade ku wênesaz di aliyê hunera xwe de pêş bike ve û jiyan li pey wan baz dide. Li gel şert û mercên herî giran li Bakur evîndarên wênesaziyê hene û ji bo vê hunerê li ber xwe didin. Ez di kijan şert û mercan de jî bim lê belê heta niha min navber nedaye wênesaziyê.”

‘WÊNESAZ DIVÊ XWE BIGIHÎNE CIVAKÊ’

Bîlge da zanîn ku wênesazî divê  xwe bigihîne civakê û wiha dewam kir: “Divê wêne û wênesazî civakê bine ziman û bibe malê civakê. Divê her wênesazek xwe bigihîne ruhê gel û civakê bikare bi wêneyan qala civakê bike. Pênase kirina huner, wêje, wênesazî û çanda Kurdan gelek zehmete mirov bi gotinan nikare vê dewlemendiya Kurd bîne ziman. Ji xwe huner nayê pênase kirin dema were pênasekirin ji hunerê derdikeve û pênasekirina hunerê zehmete. Ji xwe vêcar pênasekirina hunera Kurdan hîn zehmet tire. Ev jî ji ber dewlemendiya çand û hunera Kurdan e.”

‘WÊNESAZÎ DI ŞIKEFTAN DE HATIYE DESTPÊKIRIN’

Bîlge li ser dîroka wênesaziyê jî axivî û ev tişt got: “Ji beriya zayînê bi salên pir dur û dirêj wênesazî heye. Bi vê yekê mirov bêje ku hunera wênesaziyê bi çêbûna mirovan re hatiye afirandin ku hest û ramanên xwe derxîne holê. Di lêvegera lêkolînên dîrokî de tê payîn ku hunera wênesaziyê dîroka wê vedigere 20 hezar sal a beriya zayinê û çêbûna wê jî vedigere mantiqê mirovan ê xwe parastinê û wêrekiyê. Wênesazî di şikeftan de hatiye destpêkirin. Lêkolînvan jî dibêjin wênesazî ji beriya nivîs ango tîpan bi zimanê ragihandinê re hatiye destpêkirin.”

‘WÊNEYÊN MIN KURDISTANÎ NE’

Bîlge dibêje wêneyên min hemû Kurdistanî ne û wiha got: “Gelek salên dirêj in, ez wêneyan çêdikim û her dem jî mijara wêneyan tê guherandin. Lê çi bi guhere bila bi guhere ruhê ez li wan bar dikim nayê guherandin. Mistek boyax û giyan ji êş û kêfxweşiyê pêk tê.  Lê belê hemû wêneyên min Kurdsitanî ne.”