Wê li her dera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz were pîrozkirin

TEV-ÇAND Mezopotamya, Desteya Çandê û Tevgera Kevana Zêrîn bernameya Newrozê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir.

TEV-ÇAND Mezopotamya, Desteya Çandê û Tevgera Kevana Zêrîn têkildarî pîrozbahiyên Newrozê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama TEV-ÇAND’ê Dîma Elî ve li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişloyê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Di serdemeke wiha de û bi taybet ku gelê Kurd ber bi tunebûnê ve diçû û tu nîşaneyên hêviya jiyanê jî nemabûn, êdî pêwîstî bi Newrozeke nû hebû. Newroz vejîna rengorengo ya xwezayê ye, helwesta xweliya hestiyên zarokên Kurdistanê şîn bû, bi agirê Newrozan hate şûştin û li hemberî aşbetalan çerxa wêrekiyê gerand.

Di vê Newrozê de jî dem dema azadiya rêber Apo û Kurdistanê ye. Bi şerê gel ê şoreşger di bin sîwana modernîteya demokratîk de dê teqez Dehaqên serdemê û sîstema wan ya sermayedariyê hilweşe û têk biçe.”

Li gorî daxuyaniyê dê Newroz bi girseyî li Dêrik, Rimêlan, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir û Hesekê bê pîrozkirin. Her wiha li Dêrazor, Tebqa, Reqa, Minbic, Kobanê, Şehba, Heleb û Şamê jî dê pîrozbahî li dar bikevin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin: “Her çi qas me hewl da hunermendên ji Ewropa û Başûrê Kurdistanê beşdarî Newroza Rojava bikin jî, lê ji ber astengiyên ku her dem PDK`ê li hember Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê derdixe, ev yek pêk nehat.”

Piştî xwendina daxuyaniyê, agirê Newrozê hate dadan.