Ev demeke cîhana siyasî li Rojhilata Navîn li bendê bû, ka wê Îran bi lafzekî çawa bikeve nava meydana siyasî ya herêmê? Diyar e Îran êdî hêdî hêdî ji rewşa şîna siyasî derdikeve û berê xwe daye meydana siyasî li herêmê. Di milekî de rikaberiya ku dixwaze li ser hêz û komên ku berê birêxistin kiriye çalek be, di heman demê de bîrdoziya siyaseta Îslamî Şîa biparêze, wek mînaka ku li Fîlîstîn di pratîka Hamasê de derketiye. Di aliyekî de jî, hinek tiştan dibêjin ku ev ji rastiya Îranê ya li ser erdê tê zanîn dûr in. Ji ber ku dewleta Îranê xwedî dîrokeke cêhêwaze û di dîroka herêmê de her tim kariye bibe cihê hinek suprîzan. Eger em tenê li Îran a ku ev 45 sal in di bin hukmê dewleta Îslama Şîa de bifikirin, egerê wê heye ku em nikaribin mijarê tam fêm bikin yan jî mebesta bi Pizîşkiyan hatiye îfadekirin nikaribin derbibirin.
Piştî hilbijartinê Pizîşkiyan yekem serdana xwe li welatê cîran Iraqê kir. Ku Iraq him welatekî cîranê Îranê ye, him jî welateke ku di milê Îtîqadî de beşekî giran a vî welatî ser bi baweriya meshebê Şia ya Îslam e. Di vî warî de xizmên hevdû ne. Heta niha Îmamê wan ê herî mezin di postê Ayetullahî de Elî Sîstanî ye. Ew jî Iraqî ye. Ji ber wê niha di milê rastiya siyaseta Şîa de jî, her çendî yekgirtinek hebe jî, li weqayê erdê nakokiyek jî heye. Diyar e lewma Pizîşkiyan di axaftina xwe de got, “her çend e cudahiyên me hebin jî em dikarin bihevdû re kar bikin.” Di alî din de ya ku bi Pizîşkiyan, di erîfeya salyada serhildanên “jin jiyan azadî” de ev tûra ji dervey welat kir. Du gotinên ku hatin gotin, “em dikarin wek Ewropa li herêmê yekîtiyekê pêk bînin da ku bikaribin cîraniyekî baş bihevdu re bikin.” Ev metofora Ewropa di gelek siyasetên lîberal ên cîhana Rojhilata Navîn de hatine ziman. Li beranber wê tezên rexne û pêşniyarên alternatîf jî pêşketine wek “konfederalîzma Rojhilata Navîn” ê ku ev îfade kiriye serokkomarê Îranê ye ku wek kesekî reformxwaz hat pênasekirin. Ev mijara “em jî wek Yekîtiya Ewropa dikarin projeyeke wisa biceribînin” ecêb hat. Yan jî ew analîzên ku “Îranê bi pergala modernîteya sermayedarî re li hev kir” di vir de rastiya wê tê selmandin ku Îran li Rojhilata Navîn li Iraqê bi Emerîka û Îsraîl re diaxive. Ev mijareke ku şêwazê îfadekirina çanda dewletî ya Îranê ye. Ev jî mijareke dikare hîn berfirehtir li ser were rawestandin û demê pêş bişopîne.
Îran bi Pizîşkiyan xwest ji wê çeqbestîbûna ku ketiye navê derbikeve. Gelo derfetê vê çiqas heye? Wek pergala Wîlayetê Feqî ev derfet li berdestê Îranê heye yan na, di aliyê çanda Îslama ku Îran nûnertiya wê dike de dikare rê li vekirinekî wisa vebike yan na. Diyaloga Îranê ku bi Siûdî re bi navbeynkariya Çînê hatiye kirin dikare heta ku biçe, li beranberî vê projeya Îsraîlê ku wek projeya Îbrahîmî ev ê çi bersivê bide van axaftinê Pizîşkiyan? Hîn pirsên din jî dikarin lê werin zêdekirin. Bes niha mijara me serdana serokkomarê Îranê ji bo Iraqê û bernameya ku xist dewrê, li gel wê ew qise û behsên ku anî rojevê tên çi wateyê ye. Ev mijarên hêja ne ku werin analîzkirin. Gelo li Basra ya ku Pizîşkiyan anî ziman “Pakistaniyek çima nikaribe ji Pakistan bi trenekê heta Medîne biçe?” Wek retorîk baş tê guh, bes asta vê gotinê wê demogojî û asta wê ya bi rastî jî Îran dixwaze di milê çandî û siyasî de gav biavêje heye? Herdu mijar di nava hevdû de rast in. Bes ya ku divê were şopandin ew e ku Îran li herêmê xwedî hêz e, cihê wê yê dîrokî heye. Bes bi vê meshebgerî, dîngerî, cinsiyetgerî ku xwe bi sêdare û înkara rastiya Îranê dike wê nikaribe, ew tiştên ku tê payîn bike. Pirs ev e bi rastî Pizîşkiyan li Iraqê xîtabî Iraqiya kir, yan bi rêgeya Iraqê bi rojava û Siûdî re axivî?
Bi serdana Hewêr û Silêmanî û Besra diyar kir ku Îran bi hemû beşên Iraqî re diaxive. Di nava sohbetên li ser ling de çend carekê mijara Kerkûk jî anî ziman ku diyar e di bernameyên pişt perdê de ev mijar cihekî vê serdanê girtine. Li beranber cîranê xwe Tirk bi peyamên wisa kart nîşan da ku Îran li qadê ye. Ev çiqas û heta ku raste wê di demên pêş de derbikeve. Ji xwe beriya serdana Pizîşkiyan derdorên Hemahengiya Şîa bi civînekê nerazîbûna hebûna dewleta Tirk li Iraqê da, bes bi rastî ev heta ku qise ye heta ku kirdar e divê bê şopandin. Em dizanin li Rojhilata Navîn û heta li cîhanê jî peyam hinek car bi rêyeke wisa tên dayîn. Ya girîngtir dibe ku di vê serdanê de Pizîşkiyan li Samara gotiye “em xizmên hev in, ji bo wê em pêwîst nabînin bi dîplomasî bi hev re biaxivin” bû. Ji ber şertên em tê de me nekarî dengoya vê serdanê li meydana Erebî bişopînin, lê girîng e ka wan ev serdan bi taybet serdana Basra çawa nirxandine? Îran dikare peyamên wisa bide derve, li hundir wê helsuketekî çawa bike, beriya dest bi kar kirina Pizîşkiyan Îran wek qesabê ditirse bi dehan mirov sêdare kirin. Lewma Îran her çend siyaseta derve nerm bike jî, barê esasî li hundir e û ew trena ku wê ji Pakistanê were, divê ji Belûcistan, Kurdistan û Xuzistan derbas bibe. Ji bo vê heta niha ji bilî axaftina bi Kurdî Pizîşkiyan tiştek negotiye.