Têkiliyên Tirkiye-Misrê -III

Lîderên Tirkiye û Misrê, krîza bi salan ji bo xwe bi kar anîn. Ji têkiliyên herêmî heta bi siyaseta navxweyî sembolên îdeolojîk û polîtîkayên xwe li gorî vê dîzayn kirin.

TIRKIYE-MISIR

Ev têkiliya aloz a Tirkiye û Misrê ku li nava salan belav bû, li gel ku bû sedema şerê berjewendiyan ên herêmî, herdu dewletan xwe ji şerekî yekser vegirtin.

AKP'ê di polîtîkaya derve de siyaseteke êrîşkar meşandibe jî ev yek li nava siyaseta hundirîn weke 'serketinê' pêşkêş kir. Her wiha di siyaseta hundir de ev yek ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî. Rageşiya navbera herdu dewletan li nava Misrê jî bersiva xwe dît. Lêkolîna TESEV'ê bersiva vê yekê dide: "... Mîna ku lêkolînên TESEV'ê nîşanî me dide, hestê biratiyê yê navbera gelan têk çû. Gelê Misrê ku heta sala 2013'an di asta rêjeya ji sedî 67 de Tirkiye weke model didît û bi rêjeya ji sedî 84'an sempatiya xwe ji bo Tirkiyeyê hebû, ev fikrê xwe êdî guhert. Li gorî encamên Lêkolîna Têgihiştina Tirkiyeyê ya li Rojhilata Navîn ku me di mehên Tebax-Îlona 2013'an de pêk anîn, asta sempatiyê daket ji sedî 38'an."

PÊVAJOYA 'ASAYÎBÛNÊ'

Ya rast, pêvajoya 'asayîbûnê' li dema krîza li Rojhlatê Derya Spî rast hat. Misrê bi Yewnanistanê re sînorên deryayê yên li Rojhilatê Derya Spî diyar kir, lê belê ji Girava Meîsê dest bi destnîşankirina sînoran kir ku ev yek weke hewldanek ji bo aloznekirina têkiliyên bi Tirkiyeyê re hate şîrovekirin. Wezîrê Karên Derve yê wê demê yê Tirkiyeyê Mevlut Çavûşoglû kêfxweşiya xwe anîbû ziman ku Misrê qada sînorê başûr ê deryayî yê Tirkiyeyê qebûl dike. Ev sînyalên nermbûnê yên sala 2020'î destpê kir, bi eşkerekirina têkiliya navbera qenalên îstîxbaratê yên herdu dewletan derbasî qonaxeke cuda bû. Yek ji pêngavên şênber ên vê yekê jî ew bû ku Tirkiyeyê vetoya li ser beşdariya Misrê ya li civînên NATO'yê di nava sala 2020'î de rakir. Rayedarên Wezareta Karên Derve ya herdu welatan sala 2021'an li Enqere û Qahîreyê 2 caran hevdîtin kirin. Her wiha sala 2021'ê piştî ku hevsengiyên li siyaseta hundirîn a li Lîbyayê guherîn, dest bi kêmkirina rageşiyê kirin. ji bo Misir û Tirkiyeyê ku piştgiriyê didin hikumetê cuda, rewş bi heman rengî bû. Serdana destpêkê ya di asta wezîran de Hezîrana 2022'an ji bo tevlîbûna li civîna salane ya Bankaya Pêşketinê ya Îslamê di asta Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Nûreddîn Nebatî de kir. Lê belê peymana li ser gazê bi Lîbyayê re hate kirin, bû sedem ku pêvajoya asayîbûnê ya bi Misrê re bê betalkirin.

HEVDÎTINA SÎSÎ Û ERDOGAN

'Asayîbûna' esasî wê hevdîtina Sîsî û Erdogan bûya. Tirkiyeyê ku dît, rageşiya bi Misrê re êdî 'bi kêr nayê', stratejiya xwe bi temamî guhert. Di maça destpêkê ya Kûpa Cîhanê ya 2022'an a li Qatarê de Erdogan û Sîsî silav dan hev û ev yek weke wêneyê herî şênber ê 'asayîbûnê' hate şîrovekirin. Erdogan piştî vî wêneyî wê bigota, "Hevdîtina lîderan a Tirkiye-Misrê nebû, yekbûna miletê Tirk û miletê Misrê ya rabirdûyê ji bo me gelekî girîng e. Çima ji nû ve nebe, çima careke din destpê neke?"

Di vê pêvajoyê de di asta Wezareta Karên Derve de hevdîtin hatin kirin û serdana herî girîng a navbera herdu dewletan li ser vexwendina Serokkomar Erdogan serdana Sîsî ya li Tirkiyeyê bû. Di dema vê serdana Sîsî de di navbera herdu delwetan de 17 peyman jî hatin mohrkirin.

BAZIRGANÎ LAWAZ BÛ LÊ QET NESEKINÎ

Bi serdana Sîsî ya li Tirkiyeyê re mizgînî hate dayin ku asta bazirganiya navbera herdu welatan di nava 5 salan de 15 milyar dolar e. Bazirganiya navbera herdu welatan qet nesekinî, lê belê dem bi dem lawaz bû. Salên ku krîz hebû rêjeye bazirganiyê lawaz bû.

Dawiya dawî lîderên herdu welatan ev krîza li nava salan belav bû welê kirin ku ji bo xwe bi kar anîn. Ji têkiliyên herêmî heta bi siyaseta navvxweyî polîtîka û sembolên xwe yên îdeolojîk li gorî vê dîzayn kirin.