TEV-ÇAND’ê klîbek bi navê ‘Apo’ amade kir
TEV-ÇAND’ê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de, klîbeke bi navê ‘Apo’ amade kir.
TEV-ÇAND’ê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de, klîbeke bi navê ‘Apo’ amade kir.
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de, klîbeke bi navê ‘Apo’ amade kir.
Di klîba ku ji 2 deqe û 19 saniyan pêk tê de, dîmenên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên di demên cuda de hatine kişandin cîh digrin. Li gel dîmenan sitran jî fikir û felsefeya Abdullah Ocalan vedibêje.