TEV-ÇAND'ê Hêvî Şanoger bi bîr anî

TEV-ÇAND'ê hunermend Hêvî Şoreşger bi bîr anî.

Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk (TEV-ÇAND) daxuyaniyeke nivîskî weşand û şanoger û şoreşgerê Kurd Hêvî Şanoger bi rêzdarî bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Abdulxefûr doxan(hêvî şanoger) di 27 ê tebaxa sala 2004 de jibo beşdarbûna festîfala şanoya kurd ji mexmûrê ber bi Kerkûkê ve bi rê dikeve, di rê de di encama qezayekê bê bext ya tirafîqê de jiyana xwe ji dest dide û tevlî kerwanên şehîdên bê mirin dibe."
    
'ÊŞA CIVAKA XWE BI ŞANO NÎŞAN DIDE'

Daxuyanî wiha ye:

"Hêvî şanoger di pêşxistina hunera gerîla de û ji bona bidestxistina nasnameya şanoya kurdî  dibe xwedan rol û misyoneke herî mezin, di şanoya şoreşgerî de rolekî xwe yê bingehîn û mezin dilîze.

Hevrê Hêvî Şanoger li navçeya Qoser a Mêrdînê ji dayik dibe, demekê li Îzmîrê dixebite û li wê deverê fikra şoreşa azadiya Kurdistanê û fikrê Rêber Apo nas dike û li devereke weke metropolên Tirkiyeyê karê ji bo welatparêziyê dimeşîne. Di xebatên NÇM'ê de yên çand û hunerê kar dike, dest bi xebatên xwe yên şanoyê dike. Di pêşxistina şanoya Kurdî de roleke mezin dileyze, hemû êş, zehmetî û aloziyên civaka xwe li ser dika şano radigihîne.

Ev ruhê wî her ku diçe bilindtir dibe û dighêje asta biryara tevlîbûna şoreşê. Tevî koma xwe şanoya hêvî, derbasî çiyayên azad yên Kurdistanê dibin.

'XETA HUNERA AZAD IN'

Dema ku em kesayeta heval Hêvî binirxînin bê guman em nikarin ji kesayeta hevrê Yekta Herekol cuda binirxînin. Ji ber ku van hevalana rolên pêşengtî kirin di şanoya şoreşê de. Di dema herî hesas de bûn xwedan rolên herî mezin. Ew ji bona me xeta hunera azad in. Di peşengiya Hêvî û Yektayan ev xebatên hunerê her çû mezin bû û di çiyan de gihişt asta sazîbûnê. Jiyana hevalên gerîla û tekoşîna wan li ser dikê zindî dikirin. Berhemên şoreşê dineqişandin, ew hest, ew berxwedanî, ew asîbûn, ew xweşikbûn, bedewiya ruhê gerîla li ser dika jiyana rastiyê dihûnandin. Bi felsefeya Rêber APO ji bo mirovahiyeke azad, ji bo gihiştina ruhê civakeke azad, vegera li cewhera xwe, li nirx û manewiyata xwe li ser dikeya şanoya dîrokê tevna jiyaneke nuh dihûnandin.

Ne Hêvî bê Yekta ne jî Yekta bê Hêvî dibû. Ji ber ku ku em wan herduyan bêyî şano û şanoyê jî bêyî wan nikarin bifikirin. Ew temsîliyeta yekbûna bi şanoyê re ne. Ew nav û mînaka têkoşîna me ne! li hemberî elîtîzmeya ku xwe ji gel qut kiriye, xwedan tekoşîneke mezin bûn.

Ew wijdan û exlaqa şoreşê bûn, yê civakê bûn. Ew parazvanên van nirxan û van xakên pîroz bûn… Bi dehan seneryo nivîsandin, lîstik lîstin û zindî kirin. Bi dehan şagirtên şanoger perwerde kirin, her bostek ji axa çiyan bi destên xwe kirin dika şanoya heqîqetê. Ev hevalên me temsîliyeta şanoya gel bûn, bi gel re yek bûn, di xizmeta gelê xwe de bûn û ji bo gel hunera xwe xurt dikirin. Di lîstikên xwe yên ‘Gurî’, ‘Qirdik’ û ‘Qeşmer’ û ‘evîna gul û masî’ hwd de, rastiya têkoşîna civaka kurd, li hemberî neheqiyan dihat îfade kirin . 

'JI BO XURTKIRINA ŞANOYA KURDÎ HÊVIYEKE MEZIN BÛ'

Hevalê Hêvî ji bo pêşvexistina şanoya Kurdî bi rastî jî hêviyeke mezin bû. Gelperwerî û civakîbûn bingeha şanoya wî bû. Hunermendiya wî ya şoreşger di esasê xwe de, pêşî li hemû xebatên çand û hunerê vedikir.  

Belê li pey xeta Yektayan, Hêviyan, Rêzanan, Jînda Hewlêr û Sarya-Baranan, gelek hevalên me yên şanoger afirîn. Mîrateya heyî mezin kirin, xwedî lê derketin û parastin, wan dika jiyanê her tim zindî hiştin, ji Zerdeştan bigre hetanî Daxistanan û Fedekaran ji bo me bûn xeta hunera azad, bûn roniya huner û şanogertiya rast ya temsîla azadiyê. Ev xebat, ev dike, her zindiye, ev tekoşîn her berdewame di çiyayên azad de.

Em wekî TEV-ÇAND tevgera çand û hunera demokratîk careke din di kesayeta hevrêyê xwe yê şoreşger Hêvî Şanoger de, hemû hevalên şehîd bi bîrtînin û wekî hevrêyên wan ên têkoşînê em soza dewam kirina riya wan didin û dibêjin: "Bi ruhê we em ê dikeya şanoyê zindî bihêlin û bi vê boneyê jî em bang li wijdanê her kesê ku dibejê ez hunermend im, ez şanogerê gelê xwe me ku di pêvajoyekê weha nazik de xwedî li erkên xwe derbikevin, bibin zimanê rastî û êşên civakê, bibin zimanê heqîqetê û têkoşîna xwe li hemberî dagirkeriyê xurt bikin û dengê azadiyê bilind bikin."