TEV-ÇAND’ê Aram Tigran bibîr anî

Tevgra çandê TEV-ÇAND’ê, di 9’emîn salvegera mirina wî ya li penaberiyê hunermendê Ermenî Aram Tîgran bibîr anî.

TEV-ÇAND’ê, bi boneya 9. Salvegera mirina Aram Tîgran daxuyaniyek da û anî ziman ku, “Em careke din hunermendê Ermenî Aram Tîgran ku li penaberiyê ji dayik bû û li penaberiyê mir lê belê destûr nedan ku kula dilê wî li Amedê bê vaşartin, bi rêzdarî bibîr tînin.”

Aram Tîgran, 53 salên xwe yên muzikjeniyê de nêzî 500 stran hilberandin û şirove kirin. Aram tîgran, di komkujiya Ermeniyan a di sala 1915’an de ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatî kirin de ji bilî dê û bav, hemû xizmên wî hatibûn kuştin. Malbata wî ji ber kumkujiyê neçar mabû ku koçberê Qamişlo bike. Tîgran di sala 1934’an de li Qamişlo hate dinê û ji hêla malbateke Kurd ve hate xwedîkirin û li ser wesiyeta bavê xwe stranên kurdî gotin.

TEV-ÇAND’ê bi boneya salvegera mirina wî daxuyaniyeke bibîranînê da û bal kişand li ser kesayetî û hunera wî û got: “Aram Tîgran hunermendekî mezin ê Kurdî bû.”

WÊ LI BRUKSELÊ LI SER GORA WÎ BÊ BIBÎRANÎN

TEV-ÇAND’ê anî ziman ku mirina Aram Tîgran ji bo hunera kurdî windahiyeke mezin bû û anî ziman ku, “ Lê belê bi berhemên ji me re hiştî, bi felsefeya xwe ya jiyanê ji bo nifşên nû mînakeke mezin e. em bi vê wateyê mamosteyê mezin careke din bibîr tînin. Pêdiviya bi dilsoziya bîranîna wî re ew e ku em ala ji me re hiştî bilindtir bikin û wî nemir bikin. Bi vê boneyê em car din li ber bîranîna wî bejna xwe ditewînin û bi minet û rêzdarî bibîr tînin.”