Teatra Jiyana Nû li Moskowayê hate nîşandan

Teatra Jiyana Nû ya ser bi Navenda Çanda Mezopotamyayê, lîstika xwe ya bi navê "Bêrû" li Moskowayê lîst.

Li paytexta Federasyona Rûsyayê Moskowayê, lîstika "Bêrû" ya Teatra Jiyana Nû hate nîşandan. Lîstik li Mala Hunerê ya Lunaçerski hate lîstin û Kurdistaniyan bi baldarî lê temaşe kirin.

Lîstika komî ya ku bi Kurdî hate lîstin û ji 2 perdeyan pêk tê, derhêneriya wê Nazmî Karaman, wergera wê jî Dilawer Zeraq kiriye. Di lîstikê de Omer Şahîn, Rûgeş Kirici, Sakîne Jîr, Cîhad Ekîncî û Nazmî Karaman cih girtin.

Lîstik ji ber çîrokeke rastî ya Dario Fo ve hatiye amadekirin û qala mekanîzmaya navbera dewlet, sermaye û gel dike.