Tan: Erdogan dixwaze dem dirêj bike

Tan: Erdogan dixwaze dem dirêj bike

‘Paketa demokratîk’ ku birojane hikumeta AKP’ê digot dê îro eşkere bikin, ew jî eşkere nekirin. Têkildarî paketê li Meclisê parlementerê BDP’ê yê Amedê Altan Tan civînek ya çapemeniyê li darxist û got: “Tiştan tê dîtin ewe ku Erdogan ket nav heriyê. Ji bo hilbijartinê xilas bike dixwaze demê bi texsît texsît dirêj bike.”

Tan balkişande ser ku, dikin nakin paketê aşkera nakin. Tan da diyarkirin ku, “Di vê paketê de ma hesp heye, ma fîl heye yan jî hêştir heye tu kes nizan e. Tişta tê dîtin ew e ku, Erdogan ket nava heriyê. Bi vekirinê, makezagona nû, demokratîkbûyê ku dê maf bîne, çi dike dixwaze ji bo hersê hilbijartinan xilas bike demê texsît texsît dirêj dike, dê biharê bigehîne havînê, havînê bigehîne payîzê û payîzê jî bigehîne zivistanê. Hilbijartinên herêmî, hilbijartina serok komariyê, hilbijartinên parlementeriyê.”

Tan destnîşan kir ku, “di vê paketê de herêmekî hatiye teng kirin û hîlebaziya mezin hatiye veşartin.” Tan anî ziman ku, bi pêşniyara tengkirina herêman tê wateya bendava hilbijartinê ya sedê 10 bibe sedê 20. Tan bilêv kir ku, “Ji bo hûn parlementerekî derxînin pêwîste ji 5’an dengê 1 bigirin. Bi fîîlî bajar dibe sedê 20. Tê hesabkirin ku BDP’ê û MHP’ê di bin komê de bihêlin.” Tan her wiha gotina Cîgirê Serokwezîr Bulent Ariç ya ku dibêje “wê çawa fîzîkî, kîmya û bîrkarî bi kurdî were xwendin’ jî rexne kir.

Tan got ku bila her kes hedê xwe bizanibe û wiha bi lêv kir: “Tu rûnê hinek îlmîhal bixebite. Kesan rêkirina cihan jî hedê te nîne û ev der cotgeha bavê tu kesî jî nîne. Ji ber wê jî divê her kes li gotinên xwe baldar be. Ji bo ku di welat de aramî pêk bê, em riya muzakareyê pêk tînin. Hûn bi van gotinan mirovan tehrîk dikin.” Tan piştî daxuyaniyê pirsê rojnamegeran bersivand û wiha pêda çû: “Niha li Îmralî û Qendîlê tiştê ku pêk tê muzakere ye. Nameyên ku ji Îmraliyê tên, dewlet bi destê xwe teslîmê me dike. Em jî van nameyan dibin Qendîlê û bersiva Qendîlê jî ji dewletê re tînin. Niha bi awayekî fîîlî muzakereyek heye.  Her çiqas nav jê re neyê dayîn jî hin protokol hene. Ji ber wê jî divê her tişt zelal û demokratîk be.”

Tan, bal kişand ser polîtîkayên derve û wiha bi dawî kir: “Hikûmetê di polîtîkayên derve de jî  îflas kiriye. Beriya her kesî hikûmeta AKP’ê xwe ji mudaxeleya Sûriyeyê re amede kir. Hikûmet bi tena serê xwe tiştek nake û nikare jî.”