Strana 'Ez ne yek im' a li ser Rêberê Gelê Kurd hate weşandin

Ji bo strana 'Ez ne yek im' ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê hunermend Hekîm Sefkan ve hatiye amadekirin, klîbek hate kişandin.

Ji bo strana bi navê "Ez ne yek im" li bajarê Kolnê bi pêşengiya TEV-ÇAND a Ewropayê klîbek hate kişandin. Stran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Gotinên stranê Hekîm Sefkan nivîsandiye û muzîka wê Xemgîn Bîrhat çêkiriye.

Klîba ku di çarçoveya pengava "Azadî ji Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' hate kişandin derhênerê wê Serhat Hulaku û produktorê wê Med Fîlm e. Klîb li dêrekê û studyoya Med Fîlmê hatiye kişandin. Wênesaz Sînan Hezer jî bi awayekî zindî di klîbê de wêneyê Ocalan xêz dike.

Kişandin û montajkirina klîbê dora deh rojan dom kiriye. Klîp îro li ser hemû platformên civakî hat weşandin. Gotinên strana "Ez ne yek im" bi vî rengî ne:

Ez Ne Yek im
Gotin: Hekîm Sefkan
Muzîk: Xemgîn Bîrhat

Ez avêtim nava avan
Nav deryayan dûrî çavan
Xwestin ku ez lal bimînim
Çav girtî tiştekî nebînim

Çi hebû min ev dîtiye
Çi diva bû min gotiye
Ez ji deryayan kurtir im
Ez ji ezman firehtir im

Ez ev roj im doh û pêr im
Seyîd Riza Alî Şêr im
Şêx Seîd Alî Şêr im
Ez ne yêk im ez herkes im
Li çar hêlan tijî ez im

Wê ev deng we bihejîne
Wê textê we hilweşîne
Ez ev roj im ji bo sibe
Ji bo ev gel azad bibe

STRANÊN LI SER OCALAN

Hekîm Sefkan heta niha deh stran li ser Ocalan nivîsandine. Ev stran ji aliyê hunermendan ve hatin xwendin. Navê van stranan li jêr in:

1- Mezin Apo Bilind Apo: Koma Agirî (li Amûdê) xwendiye.
2- Esmero Zenda Ba de: Hekîm Sefkan xwendiye.
3- Dîrok: Helbest
4- Roja Me: Koma Berxwedan û hunermendên Tevgera Çandê bi hev re xwendiye.
5- Raperîna Gel: Koma Berxwedan xwendiye.
6- Merhaba: Koma Berxwedan
7- Bi Dil Ez Te Dibînim: Ganî Nar xwendiye
8- Dunya: Xelîl Xemgîn xwendiye
9- Hawar: Hekîm Sefkan û Xelîl Xemgîn xwendiye.
10- Ez Ne Yek im: Xemgîn Bîrhat xwendiye.