‘Sosyolojiya Azadiyê’ ya Ocalan li Elmanyayê wê were nasandin

Çend meh berê pirtûka bi navê ‘Sosyolojiya Azadiyê’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Elmanî hatibû weşandin. Di meha Cotmehê de wê li 9 bajaran rojên xwendina pirtûkê were lidarxistin.

‘Sosyolojiya Azadiyê’ ya ku cîlda sêyemîn a ‘Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, ji aliyê weşanên Unrastê di meha Nîsanê de bi Elmanî hatibû weşandin.

Ji bo xwendin, nîqaşkirin, nirxandin û têgehên di pirtûkê de wê li gelek bajarên Elmanyayê çalakî were lidarxistin. Tê payin ku di meha Mijdarê de jî ev çalakî li başûrê Elmanyayê werin lidarxistin.

 Wergêrê pirtûkê û di heman demê de berdevkê Înîsîyatîfa Azadî ji Ocalan re Aştî ji Kurdistanê re Reîmar Heîder jî wê tevlî çalakiyan bibe. Wê çalakiya pêşîn li Hannoverê were lidarxistin. Hate diyarkirin ku wê li bajarên Berlîn,  Braûnschweîg, Hambûrg, Magdebûrg, Halle, Leîpzîg, Chemnîtz û Dresdenê were lidarxistin.