BI DÎMEN

Sendîkaya TUC a Skoçyayê ya xwedî 550 hezar endaman: Ocalan şervanekî azadiyê ye

Kongreya Yekîtiya Sendîkayan a Skoçyayê (STUC) nameyek ji Wezîrê Karên Derve David Lammy re şand û got: “Ji bo Abdullah Ocalan bikevin nava liv û tevgerê.” Ji STUC’ê Dave Moxham destnîşan kir ku Abdullah Ocalan şervanekî azadiyê ye.

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDA ÎMRALIYÊ

Li Skoçyayê Kongreya Yekîtiya Sendîkayan a Skoçyayê (STUC) a xwedî 550 hezar endaman ku 40 sendîka û 20 konseyên sendîkayan girêdayî wê ne, bi wesîleya salvegera duyemîn a Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’, ji Wezîrê Karên Derve yê Qraliyeta Yekgirtî David Lammy re nameyek şand. Navê orjînal ê sendîkayê Scottish Trades Union Congress e. Alîkarê Sekreteriya Giştî ya STUC’ê Dave Moxham bi wesîleya nameya ku ji David Lammy re şandine û salvegera duyemîn a pêngavê, li ber avahiya sendîkayê daxuyaniyek da.

Dave Moxham anî ziman ku wan ji bo azadiya Abdullah Ocalan nameyek nivîsand û ji Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê David Lammy re şand.

Dave Moxham diyar kir ku Abdullah Ocalan zêdeyî 25 sal in li girtîgehê di bin tecrîdê de ye û got: “Abdullah Ocalan 25 sal in dîlgirtî ye. Weke gelek girtiyên siyasî yên ‘terorîst’ tên binavkirin, Ocalan jî şervanekî azadiyê ye. Ew nûner û çavkaniya hêviya gelên xwe ne.”

Moxham destnîşan kir ku doza gelê Kurd a li Tirkiyeyê ji bo sendîkavanan û beşa mayî ya civakê, divê teqez piştgiriya wê bê kirin, ev meseleyeke jiyanî ye û got: “Lewma banga me ji bo hikûmeta Qraliyeta Yekgirtî ye. Hikûmeta Qraliyeta Yekgirtî divê zextê li Tirkiyeyê bike û ji Ocalan re daxwaza azadiyê bike.”

Ji Sekreteriya Giştî ya STUC’ê Roz Foyer nameya ku ji Wezîrê Karên Derve David Lammy re hatî şandin, îmze kir. Ango name bi îmzeya Roz Foyer hate şandin û sernavê nameyê jî ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ ye. STUC rêxistina civakî ya sivîl a herî mezin a Skoçyayê ye.

Roz Foyer di nameyê de ev tişt diyar kirin: “Salên dirêj, me fikarên xwe yên têkildarî zextên li Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê yên li hemberî gelê Kurd anîne ziman û ev bi Wezîrên Karên Derve yên berê re jî parve kiribûn. Em bawer dikin ku Pirsgirêka Kurd li seranserî Tirkiye û herêmê ji bo aştî, demokrasî û mafên mirovan meseleyeke krîtîk e. Berdana Ocalan wê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bibe gaveke girîng û jiyanî.”

EV BI EŞKERE ŞÊWAZEKÎ ÊŞKENCEYÊ YE

Roz Foyer destnîşan kir ku fikarên têkildarî tenduristiya Abdullah Ocalan zêde bûne û ev tişt diyar kir: “Tecrîda li hemberî Ocalan bi eşkere şêwazekî êşkenceyê ye û ti dewlet nikare vê pêkanînê bêyî lêpirsîn bidomîne. Me 23’yê Tîrmeha 2023’yan di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ de li ber Parlamentoya Ewropayê daxuyaniyek da çapemeniyê û bal kişand ser vê meseleyê.”

DAXWAZÊN JI HIKÛMETA QRALIYETA YEKGIRTÎ

Di nameya STUC’ê de ji hikûmeta Qraliyeta Yekgirtî hate xwestin ku ji bo Ocalan bikeve nava hewldanê û ev daxwaz hatin rêzkirin:

*Em ji we rica dikin ku hûn li ser navê hikûmeta Qraliyeta Yekgirtî bang li hikûmeta Tirk bikin ku Ocalan bikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û weke gaveke girîng a têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê, Ocalan berdin.

*Her wiha em daxwaz dikin ku hûn ji Konseya Ewropa û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê bixwazin ku têkildarî serdana li Îmraliyê hîn zêdetir agahî bidin û eger tecrîd bi dawî nebe li dijî Tirkiyeyê bikevin nava liv û tevgerê.

*Herî dawî em rica dikin ku hûn bi rêya me têkildarî rewşa Ocalan û nîqaşên derbarê pirsgirêka Kurd, civaka Kurd a li Skoçyayê agahdar bikin.