Rûsyayê ji welatiyên xwe xwest neçin Tirkiyê

Rûsyayê ji welatiyên xwe xwest neçin Tirkiyê

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê welatiyên xwe hişyar kir ku tevî Tirkiyê neçin ger û geşta gelek welatan.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî Rîa Novostî, di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê de hat ragihandin ku gelek welatiyên Rûs li welatên cûda yên cîhanê li ser daxwaza hêzên ewlekariyê yên DYE tên lêpirsîn û ji bo bên radestkirin, tên binçavkirin.

Hat bibîrxistin ku di vê çarçoveyê de herî dawî li Lîtvanyayê Dmîtry Ûstînov, li Spanyayê Dmîtry Belorossov, li Kosta Rîka Maksîm Çûkharev, li Komara Domînîk Aleksander Panîn hatine binçavkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê pêşniyar li welatiyên xwe dikin ku eger pirsgirêkeke wan a beriya niha li gel hêzên ewlekariyê yên DYE heye yan jî ji hebûna pirsgirêkekê bi guman e, hingî bila neçin welatên bi DYE re xwedî peymanên radestkirinê ne."

Di nava welatên ku Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ji welatiyên xwe re pêşniyar dike ku neçin wê derê Tirkiye jî heye. Çend ji welatên din jî weha hatin rêzkirin: Îngilîstan, Tayland, Spanya, Polonya, Portekîz, Letonya, Lîtvanya, Îsraîl, Yewnanîstan, Komara Çek, Kanada, Elmanya û Awûstûralya.