Ruhê hunerê astengiyan nas nake
Ji Efrîniyên ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar ma ji cih û warê xwe koç bike, li gel ku çavên wî nabîne bi ruhê ciwantiyê û hezkirina ji welêt dest ji hunerê bernade.
Ji Efrîniyên ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar ma ji cih û warê xwe koç bike, li gel ku çavên wî nabîne bi ruhê ciwantiyê û hezkirina ji welêt dest ji hunerê bernade.
Di dîrok mirovahiyê de gelek stranbêj û dengbêjan serdemên civaka xwe bi hestên herî pak anîn ziman, rastî gihandin civakê û bûn dengê gelê xwe. Hunera wan hişê mirovahiyê timî parast, xwedî kir. Yek ji wan hunermendan jî Xelîl Xido ye. Ew rastiya serdema xwe bi stranên xwe tîne ziman û hewl dide mîrateyekê ji dîrokê re bihêle.
Xelîl Xido ji Efrînê ye. Li gel ku çavên wî nabîne, bi ruhê ciwantiyê û hezkirina ji welatê xwe ti carî dest ji hunerê berneda.
Piştî Berxwedana Serdemê ya 58 rojan xelkê Efrînê neçar ma koçî Şehbayê bike. Li gel êrîşên dewleta Tirk jî li wê derê ma. Ti carî dest ji çand û dîroka xwe bernedan. Xelîl Xido jî di her kêliya jiyana xwe de bi hesret û hêviya vegera li Efrînê ye. Hezkirina wî ya ji welêt di hunera wî de jî tê dîtin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Şehbayê gel careke din neçar hişt ku koçî herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Lê belê ev êrîş li pêşiya hezkirina Xelîl Xido ya ji welêt û xaka xwe nebû asteng. Di dilê wî de hêrsa tolhildanê timî mezin bû.
Xelîl Xido di dema herî zehmet de jî dest ji hunerê berneda û bi helbestên xwe helwest li dijî dagirkeriyê nîşan da. Niha li Reqayê li kampeke ji koçberên Efrînê dimîne. Xelîl Xido anî ziman ku li gel zor û zehmetiyên koçberiyê û şert û mercên giran jî wê dest ji têkoşînê bernede û got, "Heta dilopek xwîn di canê me de bimîne em ê dest ji berxwedana xwe bernedin."
Xelîl Xido stranên xwe diyarî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şervanan dike ku 32 roj in li Bendava Tişrînê li ber xwe didin û li dijî dagirkeran têdikoşin.
Xelîl Xido herî dawî jî gelê Efrînê û her kesên cara duyemîn neçar man koç bikin ji dil silav kir û stranên xwe bi birayê xwe Welat dibêje.