Rêxistina Nûdem ji bo zarokên astengdar dewreyeke perwerdeyê vekir

Rêxistina Nûdem ji bo zarokên astengdar dewreyeke perwerdeyê ya muzîk, wêne û lîstokên cur be cur vekir.

Rêxistina Nûdem ji bo zarokên astengdar perwerdeya muzîk, wêne û lîstokên cur be cur vekir ku wê ev perwerde 40 rojan bidome. Perwerde bi armanca ku astengdar jî di civakê de bikaribin xwe îfade bikin, destpê kir.

Perwerde li parka Ronîwar ku di nava xwe de bi dehan zarokan dihewîne, destpê kir. Rêvebera Bicihkirinê ya Rêxistina Nûdem a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Daviyan Mehmûd axivî û ev tişt got: "Projeya me bi navê ’Pirek ber bi Kobanê ve’ destpê kir. Di projeya me de wê perwerdeya zarokên astengdar di hemû aliyan de bê destgirtin. Wê dar jî ji aliyê zarokên astengdar ve bê çandin. Wê ev proje jî 40 rojî dirêj bike."

Hevserokê Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Kobanê Mihemed Berho jî anî ziman ku zanîngeha Kobanê jî tevlî projeya Rêxistina Nûdem a ji bo zarokên astengdar bû û got: "Ev perwerde jî bi xwe re pêşxistinekê ji zarokên astengdar re pêk tîne. Perwerdeya me ji aliyê kadroyên zanîngeha Kobanê û kesên pispor ve tê birêvebirin. Ev perwerde wê 40 rojî dirêj bike û wê pêşketinê bi xwe re bîne."