Polîsan piştî konsera "Di Îlonê de were" mudaxaleyî girsê kir

Polîsan piştî konsera "Di Îlonê de were" mudaxaleyî girsê kir

Li Kadikoyê piştî konsera "Di Îlonê de were" meşek hat lidarxistin. Polîsan mudaxaleyî girseyê  kir û bûyer derketin.

Şevê din li Kadikoyê di pêşengiya Forumên Parkê ku piştî Berxwedana Parka Geziyê hat avakirin bi şîara "Em ji bo edalet, azadî û aştiyê di ber xwe didin" bi navê "Di îlonê de were" konser hat lidarxistin.

Piştî konserê girseya ku meşiya rastî mudaxaleya polîsan hat. Koma ku li ber Peykerê Boga çalakiya rûniştinê pêk anî, piştre heta Sogutluçeşmeyê meş pêk anî. Piştî meşê polîsan bi ava şit û bombeyên gazê mudaxale kir. Piştî polîsan bi TOMA ava şid avêt ser girsê, di navbera polîs û girsê de pevçûn derket. Di mudaxaleya polîsan a bi ava şid û bombeyên gazê de girse di nava kolan û taxan de belav bûn û gelek welatî hatin binçavkirin.