Piştî 3 rojan festîvala navnetewî ya Şanoya Şeqam bi dawî bû

Li bajarê Kerkûkê piştî 3 rojan 5. Festîvala Navnetewî ya şanoya şeqam dawî lê hat.-

Îşev saet di 10:00’an de li Navenda Rewşenbîriyê ya Kerkûkê 5. Festîvala Navnetewî ya Şanoya Şeqam bi dawî bû.

Her wiha di dawiya festîvalê de komîteyeke dadwerî ya herî baş ya  şanogeriyê ji bo merasîma xelatkirinê hate hilbijartin, bawernameyên rêz lê girtin û xelat pêşkêşî wan kesên ku di festîvalê de beşdarbûne û serketine hat kirin. Merasîm heta derengiya şevê bi xelatkirina komên ku beşdarî festîvala şanoyê bibûn dom kir û piştî wê dawî lê hat.

Di dawiya festîvalê de ji bo ku weşana festîvalê dikir, bawernameya rêz lê girtinê dane ajansa me ANF’ê jî.

Xelata herî baş ya festîvala şanoyê dane ‘Koma Bawenge’ ya şanoya Helebçeyê; koma Helebceyê qala naveroka şanoya xwe kir ku tê de behsa êş û pirsgirêkên jinan a di nav civaka Kurd de dike.

Xelata duyemîn ya nîşandana pêşangeha herî baş ya festîvalê jî dane ‘Koma Sêkanî’ ya li bajarê Kerkûkê. Her wiha xelata ji bo senaryoya herî baş jî dane ‘Koma Şanogeriya Merîwan’ ku ji Rojhilatê Kurdistanê tevlî festîvalê bibû.