Pala: Divê her malek ji bo Kurdî bibe dibistanek

Rêveberê Navenda Çanda Ziman û Lêkolînê ya Arsîsa Mahmût Pala got, “Her mal ji bo Kurdî dibistanek e; divê dayik û bav jî her yek bibin mamosteyek” û banga axaftin û nivîsandina bi Kurdî li her qadê kir.

Rêveberê Navenda Çanda Ziman û Lêkolînê ya Arsîsa Mahmût Pala diyar kir ku yê gel diafirîne ziman e û got ku gel ancax bi zimanê xwe tê naskirin û eger ziman tune be ne pêkan e ku ew gel hebe.

Li Tirkiyê qedexeyên li ser zimanê Kurdî berdewam dikin. Di vê pêvajoyê de ku axaftin û strana bi Kurdî jî tê qedexekirin, ji gelek beşên civakê banga parastina Kurdî tê kirin.

Rêveberê Navenda Çanda Ziman û Lêkolînê ya Arsîsa Mahmût Pala û Nivîskar Şahabettîn Demîr ji ANF'ê re axivîn.

Pala destnîşan kir ku Kurd gelek e ku di dîrokê de ji bo ziman, çand û rûmeta xwe têkoşiyaye û wiha got: “Di demekê de ku dewlet hewl dide zimanê Kurdî asîmîle bike, mixabin em dibînin ku Kurd ji bo parastina zimanê xwe têra xwe hewl nadin. Li van xakan gelek zimanên biyanî bi serbestî tên axaftin û perwerdekirin, lê mixabin hîna jî Kurdî qedexe ye. Ev qedexe şerma dewleta Tirk e. Nexwendina xutbeyek bi Kurdî jî nîşaneya bêtehamuliya li hember zimanê Kurdî ye. Li hemberî vê hişmendiya qedexeker divê Kurd bi zimanê xwe bizanibin, bixwînin û binivîsin. Dema ku vana bike, wê xwe baştir nas bike û ber bi pêşerojê de gavên xurt bavêje. Divê hemû Kurd xwedî li zimanê xwe derkevin. Ger em zimanê xwe neparêzin wê ber bi tunebûnê ve biçe. Armanca dewletê jî ev e. Lewma divê em bi zimanê xwe biaxivin û binivîsin.”

BI ZAROKÊN XWE RE BI KURDÎ BIAXIVIN

Pala da zanîn ku divê dayik û bavên Kurd bi zimanê xwe yê zikmakî bi zarokên xwe re biaxivin û ji bo pêşvebirina wê hewl bidin û wiha berdewam kir: “Mirov ger zimanê xwe nizanibe nikare xwe nas bike. Îro hem di saziyên dewletê û hem jî di sektora taybet de axaftina bi Kurdî qedexe ye. Tevî van qedexe û zextan jî gelê Kurd dest ji têkoşîna zimanê xwe berneda. Di vî warî de divê her Kurdek di hemû qadên jiyanê de bi zimanê xwe biaxive, binivîse û xwe îfade bike. Ger ku takekes li zimanê xwe xwedî derkeve û bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxive, wê li ser civakê bandoreke erênî bike û civak jî wê xwedî li zimanê xwe derkeve. Dema ku em vê hewldanê bikin, wê paşerojeke geş li benda me Kurdan be.”

ZAROK DAYIK Û BAVÊN XWE MÎNAK DIGIRE

Pala anî ziman ku divê her mal ji bo Kurdî bibe dibistan, divê dayik û bav jî her yek bibin mamoste û wiha got: "Ger dayik û bav li malê bi Kurdî biaxivin, bi Kurdî bifikirin, bi Kurdî binivîsin û karê xwe bi Kurdî bikin, wê zarok jî wana ji bo xwe mînak bigire. Mijareke din a girîng jî ew e ku zarok li derve, li sûkê, li dibistanê neçar dimînin kue bi Tirkî biaxivin. Ev rewş dibe sedem ku zarok ji zimanê xwe yê zikmakî dûr bikevin. Divê dayik û bav û mezinên din ên malbatê li malê bi Kurdî biaxivin û jiyana xwe li ser Kurdî ava bikin da ku zarok ji zimanê xwe dûr nekevin û ji bîr nekin. Ger jiyana zarokan ne bi vî rengî be, wê zimanê xwe, paşeroja xwe û sedema jiyana xwe winda bikin. Ji ber ku bê ziman jiyan nabe. Ger em dixwazin xwedî li xwe û netewa xwe derbikevin, divê em xwedî li zimanê xwe derkevin, li her derê Kurdî biaxivin û binivîsin. Ya herî girîng dayik û bav in. Carna em sohbeta xwe bi Kurdî dest pê dikin, paşê bi Tirkî didomînin. Divê em dest ji vê awayê axaftinê berdin. Kurdê ku bi Kurdî nizane divê ji vê rewşê şerm bike. Bi vê armancê jî divê her kes li her derê bi Kurdî biaxive.”

ASÎMÎLASYON SÛCÊ MIROVATIYÊ YE

Nivîskar Şahabettîn Demîr jî diyar kir ku asîmîlasyona li ser Kurdan tê kirin, mîna qirkirinê sûcê mirovahiyê ye û ji roja avabûna komarê heta niha ev sûc tê kirin. Demîr wiha axaftina xwe domand: “Zimanê Kurdî niha di navbera hebûn û windabûnê de di pêvajoyeke krîtîk de ye. Çima îtirazên Tirkiyeya ku tarafê Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ye, nayên rakirin? Kurdên ku nifûsa xwe ji 30 milyonî zêdetir e, nikarin bi azadî bi zimanê xwe biaxivin. Divê weke mafekî çandî bê dîtin ku her etnîk ziman û nasnameya xwe bi pêş bixe û bi zimanê dayikê perwerdehiyê bibîne. Zimanê gel nikare bibe dersa hilbijartî. Kurdolojî li Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê hat vekirin, encam diyar e. Ji ber vê yekê, pêwîst e ku zimanê Kurdî ji destpêkê ve weke makezagonî bê pênasekirin. Li gorî vê yekê zimanê zikmakî zimanê perwerdehiyê yê bingehîn e, li her derê cîhanê wiha ye. Xwendin û nivîsandin bi zimanê dayikê tê fêrkirin. Perwerdeya pirzimanî vî welatî parçe nake. Ev sedsal ji bo Kurdan bûye têkoşîna hebûnê. Welatê resen yê netewa Kurd zimanê wê yê dayîkê ye.”

Demîr anî ziman ku di van demên dawî de zimanê rojane yê ragihandinê di nava Kurdan de Tirkî ye û diyar kir ku berpirsyariyeke mezin a malbatan ji bo pêşeroja zimanê Kurdî heye û daxwaz kir ku divê di hemû qadên jiyanê de bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin.