Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê sersaxî ji malbata Cimo re xwest

Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê sersaxî ji malbata hunermendê Kurd Egîdê Cimo re xwest.

Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê bi peyameke nivîskî sersaxî ji malbata hunermendê Kurd Egîdê Cimo re xwest.

Di peyamê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Îro bi xemgîniyeke mezin xebera koça dawî ya mîrê bilûrê, hunermendê hêja û nirxbuha Egîdê Cimo bihîst . Ji bo me û ji bo hemû gelê Kurd û her wiha ji bo huner û hunermendîtiya toreya gelêrî wefata Cimo windahiyeke giran e.

Bi taybetî di vî demê hestiyar de ku şoreş û têkoşîna azadiya gelê Kurd di qonaxek pir nazik û bilind de dijî û ji her demê bêtir pêdiviya hunera resen bi mamosteyekî nirxbilind hebû yê ku ji kevneşopiya xeteke dûr û dirêj dihat .

Hunermendê nemir Egîdê Cimo ser kaniyek bû ku di nav damarên muzîka Kurdî ya kevnar de, her zindî diherikî; ji milê afirandin û parastina resentiya kelepûra Kurd û pêşxistina wê di aliyê sazjeniya mey, fîq, baleban,bilûr de kedeke wî ya mezin heye.

Ji ber vê mirov dikare bibêje, dengê bilûra Egîdê cimo dengekî efsanewî bû ku ji kûrahiya dîrokê dihat û her kesî bi hezkirin û baldarî li berhemên wî guhdar dikir. Egîdê Cimo bi hunera xwe nimûneyek bilind bû ku dikarîbû bi dengê balebana xwe gelek hunermendên nemir yên weke Evdalê Zeynikê, Kawîs Axa, Hesen Zîrek, Şakiro, Meryem Xan, Eyşe Şan bîne bîra me û jîndar û zindî bike.

Egîdê Cimo bi ked û xizmeta xwe wê her tim di hest, dil, giyan û bîra me de bijî û wê her tim di dengvedana hunera kurdî ya resen de bimîne.

Di serî de ji bo malbata hunermendê nemir Egîdê Cimo û gelê Kurd em sersaxî û hedanê dixwazin û dibêjin bila cihê hunermendê nemir her û her bihuşt be.”