Mûfetişên NY’ê li ser rêka Lahey ne

Mûfetişên NY’ê li ser rêka Lahey ne

Wezîrê karû barê derve yê Almanya got ku mûfetîşên NY’ê ji bo lêkolînkirina çekên kîmyawî li Sûryeyê li  balefirgeha The Hague a bajarê Hollanda Rotterdam’ê ne.

Mûfetîşên NY’ê wê bi balefirekî ku Almanya teybet ji bo wan amade kiriye ji bajarê Lûbnanê Beyrûtê bi balefirê bêne Hollanda yê. Balefira ku mûfetîş têdene wê di seatên direng ên nîvrû de bi gihin cihê xwe.

Di çend rojên dawî de ku mûfetîşên NY’ê li ser îdiaya li Sûryeyê çekên kîmyawî hatine bi karanîn ji bajarê Sûryeyê Şamê herêma El Şam nimûne kom kirine. Mînakên ku hatine girtin wê li Awrûpa di laboratuvarên cûda cû de bêne lêkolînkirin. Li bajarê Holanda Rijswijk enstitûya TNO a lêkolînê di nava cihên ku ev nimûne lê bên lêkolînkirin de cih digire.

Balefirgeha Rotterdam The Hague a Lahey’ê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî (OPCW) balefirgeha herî nêzî buroya wê a navendiye. Nûnerên OPCW di lêkolîna li Sûryeyê de cih girtin.