Mîrateyeke Kurdewarî: Pêlavên Reşik

'Reşik' ku yek ji berhemên girîng ên çand û kevneşopiya Kurd e, li kargeha biçûk a Mecît Emen ê li Wanê tên çêkirin. Emen dibêje, ew dixwaze vê kevneşopiyê bigihîne nifşên nû.

Pêlava 'Reşik' di nava çanda Kurd de xwedî cihekî girîng e. Ji bilî Tirkiyeyê li derveyî welat jî tê firotin. Pêlava 'Reşik' ku xwedî kevneşopiyeke kevn e, li Wanê tenê li cihekî tê çêkirin. Mûyê bizina û kendîr ên ku pêlavên 'Reşik' pê tên çêkirin, tenê li gundên Bazîd û Îdirê tên peydakirin.

Hostayê pêlavan Mecît Emen 15 rojan bi van berheman dixebite û pêlava 'reşik' çêdike. Mecît Emen li kargeha xwe hem pêlavan çêdike hem jî tamî dike. Bi biryar e ku çanda pêlava 'Reşik' bidomîne. Mecît Emen ku li kargeha xwe birayên xwe hînî çêkirina pêlava 'Reşik' dike, 32 sal in vî karî dike.

Li ser çêkirina pêlava 'Reşik' Mecît Emen got, "Em bi temamî bi destan çêdikin. Ji ber vê yekê jî kêm tên çêkirin. Pêlava 'Reşik' ku ji berhemên xwezayî tên çêkirin, fêda xwe li tenduristiyê jî heye. Em dixwazin pêlava 'Reşik' hîn bêhtir çêbikin."

'EM ÇANDÊ DIDOMÎNIN'

Emen ragihand ku 32 sal in ew karê pêlavan dike û got, "Em li herêmê pêlavên 'Reşik' çêdikin ku berê bav û kalên me bi kar dianîn. Ev yek mîrateya me ya çandî ye û em li Wanê, Tirkiyeyê û derveyî welat jî difiroşin. Karê me niha zor e, mîna sektoran hemûyan em jî di nav zor û zehmetiyan de ne. Pirsgirêkên li sektoran hemûyan bandorê li me jî dikin. Mirovên me ji bo dewamkirina çanda xwe, pêlavên 'Reşik' girîng û bi nirx dibînin. Lewma alîkariyê bi me re dikin.

Em di heman demê de çanda xwe diparêzin. Ez niha birayên xwe hîn dikim û ew jî dewam dikin."