Mîhrîcana Govenda Kurdistanê li Munsterê dest pê dike

Mîhrîcana Govenda Kurdistanê, ku her sal li Ewropayê tê lidarxistin, wê îsal li bajarê Munster ê Elmanyayê pêk were.

Mîhrîcana Govenda Kurdistanê, ku her sal li Ewropayê tê lidarxistin, wê îsal li bajarê Munster ê Elmanyayê pêk were. Mîhrîcan wê di navbera 3-4'ê Hezîranê de were lidarxistin û 25 komên govendê yên ji gelemperiya Ewropayê, wê ji bo serketinê tevlî pêşbirkê bibin.

Mîhrîcana Govend û Muzîka Kurdistanê, ku yek ji girîngtirîn çalakiyên Kurdistaniyên li ewropayê ye, îsal cara 30. tê lidarxistin. Ji salên bihurî cudatir, îsal bi du beşan 'muzîk û govend' bi du beşan ji hev hate qutkirin.

Beşa yekemîn a mîhrîcanê, beşa muzîkê di 13'ê Gulanê de li bajarê Dusseldorfê pêk hatibû.

25 KOMÊN JI 7 WELATAN WÊ DI MÎHRÎCANÊ DE JI BO SERKETINÊ LI BER XWE BIDIN

Beşa govendê, ku beşa duyemîn a mîhrîcanê ye, wê di navbera 3-4'ê Hezîrana 2017'an de li bajarê Munster ê Elmanyayê pêk were. Ji Elmanya, Swîsre, Îngilîstan, Awûstûrya, Îtalya, Fransa û Hollandayê wê 25 komên govendê ji bo yekemîniyê li ber xwe bidin.

Tevî govenda ji herêmên cuda yên Kurdistanê, wê di mîhrîcanê de muzÎk jî hebe. Mîhrîcan wê 3'ê Hezîranê roja Şemiyê saet di 12:00 de li navnîşana "Auala am Aasee Scharnhorstrasse 100, 48149 Munster" dest pê bike.

Di mîhrîcanê de ku wê dîroka mîhrîcanê jî were vegotin, her wiha pêşangehek ji kincên Kurdî jî were pêşkêşkirin. Di heman demê de wê pêşangeheke wêneyan jî hebe. Mîhrîcan wê 4'ê Hezîranê roja Yekşemê bi eşkerebûna encamên pêşbirka govendê wê biqede.