Li Wanê çalakiya 21’ê Sibatê: Ji zimanên zikmakî re azadî!

Roja Zimanê Dayikê li Wanê tê pîrozkirin.

Li Wanê, li avahiya HDP’ê ji bo 21’ê Sibatê Rojava Zimanê Zikmakî daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin. Di civînê Rêveberên HDP, DBP’ê û yên Kurdî-Derê, şaredar û gel hazir bûn.

 

 ‘ZIMANÊ ZIKMAKÎ KESAYATIYÊ DIDE MIROV’

Daxuyaniya çapemeniyê Rêveberê Kurdî-Derê Hamdûllah Kumlî da, ku Kurdî-Der bi biryarnameyan hatibûn girtin. Kumlî got ziman hîmê civakîbûnê ye. Kumlî diyar kir ji bo parastina mîrateya çandî ya mirovahiyê û pira di navbera çandan de navbeykareke girîng e û got, ‘’Zimanê zikmakî kesayatiyê bi mirov re çêdike. Ev rastiyeke însanî, felsefî, rewa û hiqûqî ye. Zimanê zikmakî nasnameya civakê ye.’’

 ‘DIVÊ BI AZADÎ GEŞ BIBE’

Kumlî got divê hemû astengiyên li ber zimên werin rakirin û geşbûna bi azadî ya zimanan divê ji hêla qanûnan ve werin mîsogerkirin. Kumlî got, ‘’Divê hemû astenegiyên li pêş zimanê zikmakî werin rakirin da ku pê siyaset, huner, bazirganî û hwd. werin kirin.’’