Li Stockholmê çalakiya ‘Hunera ji bo Rojava’

Hunermendên ji Swêd û Kurdistanê ji bo hevgirtina Rojava li Stockholmê çalakiyeke bi navê ‘Hunera ji bo Rojava’ li dar xistin.

Hunermendên ji Rojava û Swêdê nerazîbûn nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Rojava dan. Hunermendan ji bo hevgirtina bi Rojava çalakiyek li dar xistin.

Di çalakiyê de tabloyên hunermendan hatin firotin.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku hunermendên bi navê ‘Mikael Persbrandt, Johan Rheborg, Amandah Andersson, Max Gustafsson, Sam Laufer, Lasse Åberg, Karolina Palmer, Emma Malm, Sanna Tairi, Maryam Aljaderi, Thomas Okok Gunnarsson, Tahir Ant, Bezav Mahmod, Magnus Neideman, Stefan Uhlinder, Nadja Wedin, Madeleine Satdiago Elofsson, Avat Andimeh, Ayrak Akar’ û berhem dane çalakiyê.

‘QIRKIRINA ERMENAN HATE BÎRA MIN’

Evelîna Ûtterdahl ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ew çalakgereke jîngehê ye û got ku, “Dema min êrîşên dewleta Tirk a li dijî Rojava dît, qirkirina Ermenan hate bîra min. Ji bo rawestandina qirkirina li ser Rojava tu kesan tiştek nekir. Neteweyên Yekbûyî mudaxele nekir. Li Rojava trajediyeke mezin a mirovahiyê tê jiyîn.”

Derhêner Rojda Şekersoz jî diyar kir ku hevgirtina bi Rojava re gelekî baş e û got ku “Vê çalakiyê hunermendên Kurd û Swêdê anîn ba hev. Me jî xwest em van êrîşan di rojevê de bihêlin.”

‘DIVÊ HUNER JIYANÊ RIZGAR BIKE’

Kurda Feylî Maryam Aljaderî jî got ku “Kesên ku tabloyên me dikirin dizanin ku ev ji bo hevgirtina gelê Rojava ye. Huner dikare alîkariyê bide mirovan û dikare jiyana wan rizgar bike.”

Hunermenda ji Rojhilatê Kurdistanê Sanna Taîrî jî got ku “Li Rojava li ser gelê min êrîş hene. Ez bi hunera xwe dixwazim li dijî vî tiştî derkevim. Kesên ku ev qirkirin kirine, ez wan şermezar dikim.”