Laçîner: Pêwîstî bi pênaseyeke nipînû ya sosyalîzmê heye
Nivîskar Omer Laçîner destnîşan kir ku dema ew asta têkoşîna sosyalîzma du sed salî li ber çavan bê girtin, pêwîstî bi pênaseyeke nipînû ya sosyalîzmê heye.
Nivîskar Omer Laçîner destnîşan kir ku dema ew asta têkoşîna sosyalîzma du sed salî li ber çavan bê girtin, pêwîstî bi pênaseyeke nipînû ya sosyalîzmê heye.
Nîqaşên li ser metna perspektîfê ya Rêber Apo dewam dike ku pêşkêşî kongreya 12'emîn a PKK'ê kir. Rexneyên li reel sosyalîzmê dike, pênaseya Sosyalîzma Neteweya Demokratîk û eşkerekirina rêvebirina vê yekê gelekî bala derdorên sosyalîst kişand.
Rojnamevan nivîskar Omer Laçîner perspektîfa nû ya Rêber Apo û paradîgmaya nû ya Tevgera Azadiyê ya Kurd ji ANF'ê re nirxand.
'PÊNASEYA SOSYALÎZMA NETEWEYA DEMOKRATÎK DIVÊ BÊ EŞKEREKIRIN'
Laçîner anî ziman ku nîqaşkirina pênaseya sosyalîzma neteweya demokratîk normal e û got, "Pênaseya 'Sosyalîzma Neteweya Demokratîk' a Ocalan xwedî sê pênaseyên; demokrasî, netewe û sosyalîzmê ye, ku hevpar e yan jî dikarin li hev bên, carna jî dikarin li ber hev rabin. Pênaseyeke xumamî ye ku berisvê nade pirsa dijberên xwe çawa dikare dûr bixîne. Ji ber ku naveroka wê jî bi têrkerî nehatiye eşkerekirin, normal e ku bê nîqaşkirin."
'PÊNASEYEKE SOSYALÎZMÊ YA NIPÎNÛ ŞERT E'
Laçîner diyar kir ku meşandina nîqaşan normal e û destnîşan kir ku pênaseya sosyalîzmeke nipînû şert e. Laçîner got, "Bi dîtina min, pirsgirêk ne rexnekirina hin kêmasiyên pêşengên sosyalîst e, pirsgirêk ji vê hîn kûr û berfirehtir e. Dema ku mirov asta têkoşîna sosyalîzmê ya du sed salî bidin ber çavên xwe, mecbûrî ye ku nîqaş ne li ser hêmanên damezrîner ên 'mejiyê' sosyalîst be, lê ji şêweyê rêvebirina wê bê destpêkirin û pênaseyeke sosyalîzmê ya nipînû bê kirin."
'VEGUHERÎN ŞAREDARIYAN GIRÎNG E'
Laçîner bal kişand ser mînaka şaredariyan ku di metna perspektîfê de têkildarî komunan qala wê tê kirin û destnîşan kir ku ji bo destûr ji dewletê neyê dayin ku bibe amûreke zextê li ser civakê, ev yek wê gaveke girîng be. Laçîner got, "Ji bo pêşî li dewletê bê girtin ku weke amûreke zextê û hêzeke xweser li ser civakê neyê ferzkirin, ev nêzîkatî yek ji armancên bingehîn ên nêzîkatiyên wekhev e. Bêguman pêwîst û girîng e ku kar bê kirin, ji bo şaredariyên heyî di vê çarçoveyê de bêne veguhertin."
'BANGA ENTERNASYONALÎZMÊ NEBE NABE, DIVÊ ÇEP JÎ XWE DAWŞÎNE'
Laçîner anî ziman ku banga enternasyonalîzmê ya ku di metna perspektîfa Rêber Apo de cih girt, girîng e û diyar kir ku pêwîstiya tevgerên sosyalîst bi xwedaweşandinê heye. Laçîner ragihand ku enternasyonalîzm yek ji pîvanên sereke yên tevgera çep/wekheviyê ye û got, "Mirov dikare bibêje ku tengavî û lawaziya sedsala dawî ya li qada çep/sosyalîst, bi taybetî di vê mijarê de xwe nîşan da. Lewma her tevgereke ku pêwîstiyê dawşandin û jinûve avabûnê dibînin, divê girîngiyê bide vê mijarê, ji bo geşkirina ruh û helwesta enternasyonalîst bikeve nava hewldanan. Ev yek wezîfeya wê ya sereke ye."