Li Saratovê festîvala zarokan hate lidarxistin

Li herêma Saratovê her sal weke kevneşopî Festîvala Simbila Zer a Zarokan tê lidarxistin û îsal di festîvalê de eleqeyek mezin ji bo standên Kurdan hate nîşandan.

Li herêma Saratov ya Federasyona Rûsyayê her sal piştî komkirina hilberînê her sal Festîvala Simbila Zer a Zarokan tê lidarxistin. Festîval îsal li Stadyûma Nîkolay Aleksandr ya navçeya Krasnîkûtê hate lidarxistin.

Hemû pêkhateyên ku li herêma Saratovê dijîn bi kincên xwe beşdarî festîvalê bûn. Li ser navê Kurdan jî Koma Folklorê ya Zarokan a Berçem beşdarî festîvalê bû.

Otonomiya Çanda Kurd a Krasnîkûtê standên ku qala xwarinpêj û çanda Kurd dike vekir û eleqeyek mezin ji bo standa Kurdan hate nîşandan.

Hevserokê Otonomiya Çanda Kurd a Krasnîkûtê Ramazan Bûdakov têkildarî festîvalê axivî û got; “Çand û xwarinpêjeke gelek dewlemend a Kurdistanê heye. Em Kurdên li vê herêmê dijîn beşdarî festîvalê bûn û me xwest çanda xwe bidin naskirin.”

Di festîvalê de koma folklorê ya zarokan a Berçem xelata serketî wergirt.