Li Rojava xebatên çand û hûnerê îsal jî zêde bûn

Hevseroka TEV-ÇAND’ê Sûmeye Mihemed diyar kir ku sala 2023'an ji bo xebatên çand û hunerê saleke dewlemend bû û got: “Sala 2024’an dê bibe sala akademiyê. Dê Akademiya Şehîd Yekta Herekol vebibe.”

Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê di sala 2023’an de 80 berhemên mûzîkê hatin weşandin û 36 belgefîlm hatin kişandin. Li herêma ku 5 mihrîcan lê hatin lidarxistin, kargehên şanoyê û perwerdehiyên hunerî jî bênavber domiyan. Li gorî vê yekê; 7’emîn Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol ku ji bo bîranîna Şehîd Yekta Herekol û Şehîdên Adarê di 27’ê Adarê de pêk hat û 7 rojan dewam kir. Gelê Bakur û Başûrê Kurdistanê ji ber astengiya sînoran nedikarîn tevlî mihrîcanê bibin lê tîmên çand û hunerê yên Rojhilatê Kurdistanê, li mihrîcanê hunerên xwe dan pêşandan. Festîvala ku 13 tîmên şanoyê beşdar bûbû alaqeyeke zêde dît.

Mihrîcana Mûzîkê ya Orkêş a duyem ku li ser bîranîna şehîdên TEV-ÇAND’ê û Şehîd Mizgîn hat lidarxistin, di 11’ê Gulanê de li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê bi beşdariya 23 koman hat lidarxistin.

Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê 6’em Mihrîcana Şehîd Ronahî Bawer Govend ku 3 salan hatibû taloxkirin îsal hat lidarxistin. 23 kom ji gelek herêmên Bakur- Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî mihrîcana li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a navçeya Rimêlanê bûn. Gelên Mesîhî, Ereb, Kurd, Ermenî, Êzidî û Suryanî bi cil û bergên xwe yên herêmî çanda xwe nîşan dan. Mihrîcana ku 5 rojan berdewam kir, bû mînaka şênber a xwişk û biratiya gelan.

BI 60 WEŞANXANEYAN FÛARA PIRTÛKAN

7’em Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol 28’ê Cotmehê bi beşdariya 60 weşanxaneyên herêmî û navneteweyî pêk hat. Di fûara sê rojan de pirtûkên Kurdî, Erebî, Farisî, Tirkî, Fransî û Ingilîzî hatin pêşandan. Mihrîcana Şehîd Arîn Mîrkan 10 rojan domiya.

TEV-ÇAND HEWL DA KU BIGIHÊJE HER DERÊ

TEV-ÇAND'ê ji bilî mîhrîcanan bi awayekî aktîf beşdarî çalakiyên ji bo gelên herêmê pîrozbûn ên mîna 8 û 21'ê Adarê, 4'ê Nîsanê, 27'ê Mijdarê û 19'ê Tîrmehê bû. Hunermendên herêmê jî beşdarî çalakiyên li Elmanya, Rûsya, Lubnan û Şamê bûn.

SÊ DEWRÊN PERWERDEHIYÊ, ÇAR KARGEHÊN ŞANOYÊ

Ji bo endamên Komuna Fîlman a Rojava, pargîn, çand û hunerê 3 dewreyên perwerdeyê hatin vekirin. Li gel xebatên perwerdehiyê yên li navendan tên kirin, hunermendên pispor ên çand û hunerê di dewreyên perwerdeyê de tên perwerdekirin.

Ji ber ku pêwîstiya şanogeran hem bi kalîte û hem jî bi hejmarê heye, di kargehên ku li Dêrîk, Rimêlan, Qamişlo û Herêma Firatê hatin vekirin, lîstikvan û derhênerên nû hatin perwerdekirin.

SALEK BI MÛZÎKÊ DERBAS BÛ

Hunergeha Şehîd Welat ku 43 stran qeyd kir û 37 klîb derxist, mohra xwe li saleke muzîkê xist. Her wiha stranên ku ji aliyê 24 komên ku berhemên xwe di mihrîcana Orkêş de nîşan dan, qeydkirina klîban di qonaxa amadekariyê de ye.

KOMUNA FÎLMAN NESEKINÎ

Rêzefîlma Evîna Kurd ku ji 15 beşan pêk tê, ji aliyê Komûna Fîlman a Rojava ve hatiye çêkirin, bi hezkiriyên rêzefîlman re jî hat gel hev. Rêzefîlma ku ji aliyê gel ve hat ecibandin, weke parçeyek ji Şoreşa Rojava di pêşxistina rêzefîlm de roleke girîng lîst. Her wiha Komûna Fîlman a Rojava 36 fîlmên dokumanterî çêkirine. Fîlmên li ser berxwedana Kobanê û Sûriyeyê ji raya giştî re hatin weşandin. Ji bilî destpêkirina kişandina fîlma Heval Kekê Min, du projeyên sînemayê jî li benda kişandinê ne.

DÊ GIRANGIYÊ BIDIN AKADEMIYAN

Hevseroka TEV-ÇAND'ê Sûmeye Mihemed bal kişand ku sala 2023'an di warê xebatên çandî û hunerî de saleke dewlemend bû û got: "Gelek mîhrîcan hatin lidarxistin. Xebatên govend, muzîk, şano û perwerdeyê hatin kirin, lê ji bo ku rê li ber geşkirina xebatên çand û hunerê vebin hin aliyên me yên qels hebûn. Di perwerdekirin û ji bo pisporiya wan a li qadekê ên endamên çand û hunerê, nemaze di amûrên muzîkê de, em qels man. Di vê salê de giraniya me ya li ser mihrîcanan bû sedem ku em di warê perwerdekirina kesan de qels bibin. Heke me giranî bida akademiyan dê encamên baştir derketana holê. Heke kes neyên perwerdekirin, ew ê di warê naskirina xwe û di warê çanda xwe de qels bimînin.”

BERFIREHTIR BÛ

Di berdewamiya axaftina xwe de Sûmeye Mihemed destnîşan kir ku berê tenê bi endamên çand, hunerê û malbatên wan re sînordar bûn, lê îsal tevlîbûn zêdetir bû û wiha pêde çû: “Çalakiyên me yên ku neteweyên cuda hembêz dikin, berfireh bûne. Ji ber vê yekê me fêhm kir ku pêwîst e em hîn zêdetir bi gel re têkiliyê deynin, ji ber vê yekê me çalakiyên ku gel jî di nav xwe de dihewand pêk anîn. Çand û hunera ku ji gelê xwe dûr be, êş û şahiya gelê xwe nebîne, hîs neke, nikare pêş bikeve. Dema ku em tevlî nava gel bûn, gel hembêz kir û ji nêz ve şopand xebatên me zêdetir pêş ket. Ji ber vê yekê me di çalakiyên xwe yên îsal de germahiya gel hîs kir û me dikarî xîtabî gel bikira. Li Rojavayê Kurdistanê ne tenê Kurd dijîn. Gelên wekî Ereb, Xiristiyan, Suryanî, Asûrî, Tirkmen û Çerkes jî dijîn. Yekbûna van gelan, pêkvejiyana wan û zindîkirina çanda wan ne hêsan e, lê ez dikarim bibêjim ku me weke TEV-ÇAND’ê ev yek bi dest xist. Ev salek e wisa bû ku rengîniya gelan nîşan da. Ev salek bû ku netewe di warê çandî de bûn yek perçe.”

AKADEMIYA ŞEHÎD YEKTA HEREKOL

Sûmeye Mihemed diyar kir ku dê sala 2024’an bibe sala akademiyê û wiha bi dawî kir: “Akademiya Şehîd Yekta Herekol dê were vekirin. Di akademiya demdirêj de, xwendekar dê ji pratîkê heya pisporiyê perwerde bibin. Ji bilî dewreyên perwerdehiyê yên demkurt arastekirina akademiyên ku rêya pisporiyê vedikin, arastekirina kargehan, dê çalakiyên çand û hûnerê derxe asta herî jorîn. Ji ber vê yekê em ê hunera xwe pêş bikin.”