Li Reûtlîngenê çalakiya piştevaniyê

Li bajarê Reûtlîngen ê Elmanyayê çalakiyeke çand û piştevaniyê hate lidarxistin.

Çalakî bi beşdariya bi sedan kesî pêk hat. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Mahmût Unver di destpêka çalakiyê de axivî û diyar kir, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Kurdistanî hewl didin dengê xwe bidin bihîstin.

Siyasetmedar Faysal Sariyildiz jî li çalakiyê axivî û got, "Bi saya çanda xwe me xwe gihand vê demê. Yê ku ev têkoşîn ji tinebûnê afirand, Rêberê Gelê Kurd e."

Sariyildiz bal kişand ser grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven tên kirin û got, "Divê em dakevin qadan û bibin dengê wan."

Di şevê de Seyda Perînçek, Grûp Maxson û Koma Govendê ya Zarokên Merza Botan a Bodense derketin ser dikê.