BI DÎMEN

Li Reqayê mîrateya çandî tê parastin

Bi rêya navenda çand û hunerê ya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve li Reqayê hatiye avakirin, ji şanoyê heta bi muzîkê mîrateya çandî tê parastin.

Çand û hunera li Reqayê ku di navbera salên 2014-2017'an de bi dagirkeriya DAÎŞ'ê re hate rawestandin, bi bidawîkirina dagirkeriyê re jinûve geş bû. Navenda Çand û Hunerê ya reqayê ku ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate avakirin, bi tempoyeke zêde ya kar bûye navenda vê qadê.

Guherîn û jinûve avakirin ku piştî rizgarkirina Reqayê destpê kir, li qada çand û hunerê jî pêk tê. Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê çalakiyan lidar dixe, berhemên hunerî pêşkêş dike, li ser çand û hunerê perwerdeyan birêxistin dike. Navend ku afirîneriyê teşwîq dike, ji bo têkiliyên civakî xurt bike bi roleke mezin radibe. Hevseroka Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê Hîva Îbrahîm ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku tevî komên şano, wêne, muzîk, govend û wêjeyê 37 kes li navendê hene. Hîva Îbrahîm got, "Komên me yên çand û hunerê karekî kolektîf dikin. Mîrateya çandî ya gelan diparêzin. Kevneşopiyên li ber jibîrkirinê ne, diparêzin, geş dikin. Bi vî rengî çanda gelan digihînin nifşê nû."

GEL BI HÊSANÎ BI ÇANDA XWE DIJÎ

Hîva Îbrahîm anî ziman ku di dema rejîma Baasê de Kurdan nikarîbûn çand û hunera xwe nîşan bidin; Ereban jî bêyî destûra rejîmê nikarîbûn tevbigerin û wiha dewam kir, "Piştî ragihandina Rêveberiya Xweser gel bi hêsanî dikarin bi çanda xwe bijîn û nîşan bidin."

DAÎŞ'Ê HILWEŞAND, RÊVEBERIYA XWESER AVA KIR

Hîva Îbrahîm bi bîr xist ku navenda çand û hunerê ji aliyê DAÎŞ'ê ve hate hilweşandin, lê di sala 2019'an de ji aliyê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve li cihekî cuda hate avakirin û got, "Beriya DAÎŞ'ê çeteya Cephet El Nûsra li Reqayê bû. Navenda Çand û Hunerê ya ku ji aliyê çeteyan ve hate hilweşandin, di encama bombardûmanê de bi temamî hilweşiya. Rêveberiya Xweser jî Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê ava kir. Gel bi rengekî azad çand û hunera xwe nîşan didin."

HER SAL 70 ZAROK JI BO FESTÎVALÊ TÊNE AMADEKIRIN

Hîva Îbrahîm got, "Çand di nava hev de dikele. Gel bi hev re govendê digerîne, wêneyan çêdike, distirê, şano dilîze" û destnîşan kir ku bi taybetî gelên Ereb û Kurd li Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê di nava yekîtî û hevgirtinê de karê çandî dimeşînin, çanda hev nas dikin. Hevseroka Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê hîva Îbrahîm got, "Heta niha nêzî 100 mirovên gihîştî li beşên cuda yên hunerê hatin perwerdekirin. Her sal li Reqayê festîvala zarokan tê lidarxistin. Ji bo vê festîvalê 70 zarok têne perwerdekirin û zarok hunera xwe nîşan didin."