Li Portekîzê 1. Festîvala Huner û Film a Kurd destpê dike

Li paytexta Portekîz Lîzbonê di navbera dîroka 21-26’ê Adarê de 1’emîn Festîvala Huner û Film a Kurd tê lidarxistin.

Li Portekîzê şêwekar û wênekêş Îlyas Kirkan ku ev fikrê festîvalê derxist holê û di vê mijarê de xwedî hewldanane diyar kir ku vê festîvalê diyarî  dayîkên Kurd dike.

Sala derbasbûyî di navbera dîroka 7-8’ê Mijdarê de aktivîteyên ku  qala festîvalê dike, hatibûn lidarxistin.

Îsal festîvala ku di dîroka 21-26’ê Adarê de were lidarxistin de wê nîşadana fîlman, pêşangeha wêneyan, semîner, muzîk û pîrozbahiyên Newrozê were kirin û ji bo vê jî bernameya 5 rojan hate amadekirin.

Îlyas Kirkan ji temenê xwe yê 6 salî ve li Danîmarkayê d mezin bû û perwerdeya xwe ya zanîngehê li wir qedand. Ji bo perwerdeya masterê çû Îngîltereyê piştî ku 16 sal li wir jiya, derbasî Lîzbonê bû.

Şêwekar û wênekêş Îlyas Kirkan wiha got; “Li Lîzbonê gelek festîval tê lidarxistin û li vir jî ji ber ku beşek kêm Kurdistanî heye têkildarî huner û çanda Kurd zêde xebatek nehate kirin. Ji ber vê sedemê min xwest care yekem Festîvala Huner û Fîlm a Kurd organîze bikim.”

Kirkan diyar kir ku ji bo lidarxistina vê festîvalê û ji bo piştgiriyê bi gelek kesên pispor û saziyan re hevdîtin kiriye û wiha domand; “Ji vana jî hevalê min rojanameger û derhênerê fîlman Mehmet Aksoy ku sala derbasbûyî li Rojava Şehîd bûyî bû. Piştî şehadeta wî lidarxstina vê festîvalê ji bo min gelek girîng e. Piştre li Lîzbonê min bi kesên wênekêş, nivîskar, muzîkvan û ji cîhana sînemayê ya Portekîzê re hevdîtin çêkir û komîteyek me ava kir.”

Kirkan herî dawî wiha got; “Dayikên me destpêkê çanda me, zimanê me, heskrin û ken ferî me kirin û ji bo vê jî festîvala destpêkê ya me me biryar da ku diyarî dayikên Kurd û dayikên Şemiyê bikin. Armanca me ewe ku her sal vê festîvalê li darbixin.”

 

BERNAMEYA FESTÎVALÊ

21’ê Adar:

Pêşangehea şêwekar Carlos Farinha ku karîkatorê João Prates çekirî

Cih: CPS Centro Português de Serigrafia

Seat: 19:00

 

22’ê Adar:

Pêşengeha gelek şêwekarên ku karîkatorê hunermend Teresa Vieira & Benjamin Gonthier çêkirin.

Cih: Galeria FOCO

Seat: 19:00

 

23’ê Adar:

20:45- Vekirina Aktivîteya Gala yê

21:15 -  Nîşandana fîlmê kurt DA yê Derhêner Aram Dildar

21:20 – Nîşandana fîlmê dirêj ZER yê Derhêner Kazim ÖZ

Beşa Pirs&Bersiv û Derhêner Kazim Öz

Hunermend Suna Alan stranên xwe wê bibêje

Cih: Cinema São Jorge

 

24’ê Adar:

14:30 - Made in Kurdistan (Çêkera Kurdistan) -  Di herêma fîlmên Kurdî de Jelek Pessuto yê xwedî PHD û semînera gotûbêjê.

18:30 – Nîşandana belge fîlma Aslı Özarslan a  DIL LEYLA

Beşa Pirs&Bersiv bi Hevşaredara Cizre Leyla Îmret re

21:00 – Nîşandana fîlmê dirêj yê Derhêner HOUSE WITHOUT ROOF (Mala bê ban)

Cih Cinema São Jorge

 

25’ê Adar:

18:30 – Nîşandana belgefîlma Derhêner Reber Dosky’nin RADIO KOBANI (Radyoya Kobanê)

21:00 -  Nîşandana fîlmê Derhêner  Erol Mintaş a  ANNEMİN ŞARKISI (Strana Dayika Min)

Cih: Cinema São Jorge

 

25’ê Adar:

19:00 –Pêşangeha Hunermend ı Telmo Alcobia ku karîkartorê gelek çêkiriye û gelek şêwekaran.

Cih: Leituria Galeria & Livraria

 

23-25’ê Adar:

Pêşangeha Wêneyan a Sînem Taş û Pêşangeha Wêneyan a Carlos Farinha

Cih: Cinema São Jorge