Li Parîsê Festîvala Çanda Kurd destpê dike

Festîvala Çanda Kurd a Parîsê wê di navbera 14-28'ê Gulanê de pêk were.

Li paytexta Fransa Parîsê, îsal yekemcar Festîvala Çanda Kurd tê lidarxistin. Festîval wê di navbera 14 û 28'ê Gulanê de pêk were. Festîval wê roja Şemiyê bi meşa çandê ya ji ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Parîsê destpê pê bike.

1'emîn Festîvala Çanda Kurd a Parîsê wê bi hevkariya Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F), Enstîtuya Lêkolîn û Fikrê li ser Kurdanê (IREK), Komeleya Çand û Hunerê ya Kurdistanê (ACK) û Weqfa Danielle Mitterrand bê lidarxistin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê û şaredariyên herêmên 10 û 18'emîn ên Parîsê, şaredariyên Montreuil û Grigny piştgiriya festîvalê dikin.

Endamê Komîteya Amadekar Agît Polat got, "Parîs wê meha Gulanê qala Kurdan bike" û got, "Em ê nîşan bidin ku Kurd xwedî çandeke dergûşa şaristaniyê ye."

Di festîvalê de wê çalakiyên muzîk, sînema, şano, govend, pêşangeya wêneyan, konê koçeran, mutbexa Kurd, kincên gelêrî bêne nîşandan.