Li Nurnbergê Rojên Çandî yên Kurd didome

Li Nurnbergê Rojên Çandî yên Kurd didome. Di bernameyê de çalakiyên çandî û hunerî hene.

Rojên Çandî yên Kurd a 8’emîn a li Nurnberg Vîlla Leonê ya Elmanyayê didome ya ku duh destpê kiribû. Her sal di navbera 24-27’ê Gulanê de Rojên Çandî yên Kurd tên lidarxistin û îsal jî Kurd, Tirk, Elman û ji neteweyên din gelek kes beşdar bûn.

Konê Çanda Kurd a ku têde jiyana Kurd lê tên pêşkêşkirin wê 4 rojan vekirî bimîne. Li dora kon wê pêşandanên wekî folklor û şano jî hebe.

WEÎNBERG: ROJÊN BERXWEDANÊ

Di çalakiyê de Parlementerê Partiya Çep ê Elman Harald Weînberg axivî û got: “Rojên Çandî yên Kurd divê bi çavê rojên berxwedanê lê were nihêrtin ji ber ku gelek hevserok û parlementerên HDP’ê, rojnamevan, rewşenbîr, nivîskar û akademîsyen li Tirkiyeyê girtî ne. Di demên wisa de girîngiya van rojan bêtir tê fêmkirin.

Endama Meclîsa Şaredariya Nurnbergê Marîon Padûa destnîşan kir ku li hemberî faşîzmê çalakiyên wisa girîng in.

Ji Daîreya Çandê ya Şaredariya Nurnbergê Gulay Aybar Emmon, diyar kir ku ew 8 sal in piştgiriyê didin lidarxistina Rojên Çanda Kurd.

Nadîa Wîsser û Mem Ararat jî bi stranên xwe beşdarî çalakiyê bûn.

Di bernameyê de wê pêşandana fîlman jî hebe.

Danasîna NÇM’ya Stenbolê û tevkariya wê ya li çanda Kurd wê bi taybetî were vegotin.