Li NRW’ê Kampa Govendê hate lidarxistin

Di Kampa Govendê de ku bi tevlîbûna gelek mamoste û xwendekaran pêk hat, fîgurên nû hatin fêrkirin û têkildarî hunerê semîner hatin dayîn. Kamp li Konferansa Govendê hate lidarxistin û diyarî muzîkjen Bager Nûjiyan hate kirin.

Merasîma Kampa Govendê ya yek hefteyî ku ji aliyê Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) ve hate lidarxistin, îro bi dawî bû. Kamp 22’ê Kanûnê destpê kir û armanc kir ku bi çanda Kurd perwerdeyê bide.

Kamp li Eyaleta Nordrheîn Westfalen a Elmanyayê (NRW) hate lidarxistin, 115 mamoste, namzetên mamostetiyê û xwendekar beşdar bûn.

Xwendekaran îsal dersên “Cil û berg”, “Ritm”, “Zanist û Huner” û “Govend (Lîstokên gel) dîtin. Di dersa govendê de ji 8 herêman nêzî 100 fîgur fêrî xwendekaran hate kirin.

Ev herêm bi vî rengî ne: Wêranşar, Gimgim, Amed, Botan, Qoçgirî, Riha, Agirî û Colemêrg.

Di dersa Cil û Berg de jî qala taybetmendiyên nêzî 50 parçeyan hate kirin. Ji dervey dersên di kampê de hatine diyarkirin, têkildarî çand û hunera li Kurdistanê jî di mijarên cuda de semîner hatin dayîn.

Di kampa îsal de, di heman demê jî Konferansa Govendê jî hate çêkirin.

Mamoste beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de xebatên govendê yên li Ewropayê hatin nirxandin û plana salekî hate derxistin.

Li gorî agahiyên di konferansê de, li seranserê Ewropayê 50 komên govendê yên cuda cuda yên girêdayî TEV-ÇAND’ê hene û nêzî 800 xwendekarên van koman hene.

Kampa Govendê ji sala 1997’an ve her sal tê lidarxistin û her sal diyarî şehîdên Kurdistanê tê kirin. Ya destpêkê diyarî hunermenda şanoyê Sarya (Nûrsen Înce) hate kirin. Îsal kamp diyarî şehîdê enternasyonalîst muzîkjen Bager Nûjiyan (Mîchael Panser) hate kirin.