Li Naziyên dawî tê gerîn
Li Naziyên dawî tê gerîn
Li Naziyên dawî tê gerîn
Ji deh hezaran Naziyên di dema Elmanya Nazî de li dijî mirovahiyê sûc kirine û beşek ji wan hînê dijîn, ji bo beriya mirinê bê darizandin, ev 70 sal in li wan tê gerîn û ev lêgerîn di dema xwe ya dawiyê de ye.
Siert Bruins ê ji kuştina berxwedêrê Holandî Alder Klaas Dijkema yê sala 1944'an lê dihat gerîn, pêr piştî 70 salan cara yekemîn derket pêşberî dadger. Bruis da xuyakirin ku ew di sala 1941'ê de bi daxwaza xwe tev li artêşa Nazî bûye û sûcdariyên dadgehê lê dikir, bi bêdengî lê guhdarî dikir.
Bruis 30 salan li Elmanyayê bi nasnameyeke cûda dijiya û nasnameya wî ya rastî di sala 1970 de derketibû holê. Heman piştî şer der heqê paşpeniya (giyabî) Bruins de darizandin hat kirin, cezayê mirinê lê hat birîn, piştre ceza veguherî cezayê her demî yê girtinê. Lê radestkirina Bruins ji Holandayê re hatibû redkirin.
Darizandina li Hagenê destpê kir, nîşaneya guhertineke dramatîk a polîtîkaya Elman bû ku sûcdarên şer ên asta jêrîn dernedixist pêşberî edaletê. Elmanya wê di dema pêş de, gumanbarên sûcê şer ên ku hejmara wan kêm mane, derxîne pêşberî dadgehê.
Dîrektorê Navenda Simon Wiesenthal Efrahîm Zuroff ku navenda wî ji bo dîtin û darizandina sûcdarên şer ên Naziyên reviyayî dixebite û anî ziman ku dozgerên nifşên nû yên Elman di wê baweriyê de ne ku êdî şansa dawiyê tê jiyîn ku sûcdarên şer bên darizandin.
Hema hema tevahiya sûcdarên şer ên payebilind ên dema Elmanya Nazî derketin pêşberî dadgehê. Lê belê hin kesên mîna Josef Mengele yên li kampên mirinê ezmûnên tibî dikirin, xwe ji vê darizandinê rizgar kirin.
Tê texmînkirin ku li Elmanyayê hînê bi qasî 60 sûcdarên şer ên dijîn hene. Gardiyanê Kampa Mirinê ya Sobibor John Demjanjuk jî yek ji van e. Demjanjuk ji DYE radestî Elmanyayê kir li Munchenê hat darizandin.
Rayedarên Navenda Simon Wiesenthal tespîrkirine ku hin ji gardiyanên jin ên di beşa jinan a Auschwitzê wezîfe kirine, hînê dijîn. Navê gardiyanên mijara gotinê di destê dozgerên Elman de ye.
DOZÊN DEWAM DIKIN
- Alois Brunner, serkêşê navenda komkirinê ay Drancy ya li derveyî Parîsê bû. Brunner ji şandina 140 hezar Cihûyan ber bi kampên mirinê berpirsyar tê dîtin û tê texmînkirin ku hînê li Sûriyê dijî.
- Aribert Heim, doktorê Kampa Mirinê ya Mauthausen. Heim ê bi sedan mirov bi îşkencê kuşt, di sala 1962'an de ji Elmanya Rojava reviya û kes nizane li ku ye.
- Gerard Sommer ji aliyê dadgehên Îtalî ve di gunehên îşkence û komkujiyê de di sala 2005'an de sûcdar hat dîtin. Lê belê Elmanyayê red kir ku Sommer ê 94 salî radestî Îtalyayê bike.