Li Mihabadê jinan pêşengehek birêve birin

Li bajarê Mihabadê komek jinên destrengîn ji bo nasandina berhemên xwe yên destî pêşangehek vekirin ku piştî hefteyekê doh bi dawî bû.

Bi pêşengiya komek ji jinên destrengîn ên bajarê Mihabad a Rojhilatê Kurdistanê, bi armanca nasandina berhem û karên destî yên herêmî pêşengehek hatibû vekirin ku doh bi dawî bû.

Di vê pêşengehê de berhemên ku bi dest tên dirûtin ên weke gore, lepik, kefî, cil û bergên Kurdî, ferş û hwd, xwarinên herêmî û gelek berhemên ku bi taybetî jin li wê herêmê berhem tîne hatin nîşandan.

Ji gelek deverên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gelek welatî ji bo dîtina berheman serdana pêşengehê kirin.

Jinên ku ew pêşengeh vekirin di axaftinên xwe yên bi kesên ku serdana pêşengehê kirin de diyar dikin ku ew ji bo ku keda jinê û berhemên wê hîn bêhtir were xuya kirin, di heman demê de ji bo ku bikare nîşan bide ku weke jin dikare debara xwe ya jiyanî bi xwe pêk bînin ew pêşengeh vekirine.

Pêşengeh doh piştî hefteyekê bi dawî bû.