BI DÎMEN

Li Mala Gel a Rûsyayê govenda Kurdî

Di pîrozbahiya 'Rûsya ya pirneteweyî' de govenda Kurdî hate nîşandan.

Li paytexta Rûsya Moskowayê bi pêşengiya Mala Gelên Rûsyayê şahiyek bi navê 'Rûsya ya pirneteweyî' hate lidarxistin.

Şahî bi armanca pîrozkirina 'Roja Rûsyayê' hate lidarxistin û ji neteweyên cuda komên govend, folklor, hunera gelêrî, koreografî û muzîkê beşdar bûn.

Ji neteweya Kurd a li Rûsyayê jî Koma Rûken a govendê beşdarî pîrozbahiyê bû.

Koma Rûken govenda 'Elo Dîno' ya herêma Colemêrgê û 'Kelya Başkala' pêşkêş kir û gelekî bal kişand.