Li Kerkûkê pêşengeheke hunerî ya kolanî hate lidarxistin

Li bajarê Kerkûkê pêşengeheke hunerî ya kolanî hat birêvebirin. Pêşengeh bi rêya çêkirina wêne û neqşan ve bi taybetî bi hevrejiyana li bajêr hat nîşandan.

Îro êvarê li kolana Komarî ya bajarê Kerkûkê, pêşengehek taybet bi wêne û neqşan ji aliyê Koma Hişyarî ya Ciwanan bi rê ve çû. Pêşengeh taybet bi mebesta nîşandayîna bi hevrejiyana li bajêr hatibû amdekirin. Di wê pêşengehê de 20 şêwekarên keç û kur ên Kerkûkê bi tablo û wêneyên xwe ve tevlî pêşengehê bûn.

Pêşengeha wê carê ji yên berê cudatir bû, ji ber ku vê carê taybet hatibû amadekirin. Wan ciwanan biryar dabûn ku wê carê pêşengehê li kolana navendî ya Kerkûkê ango kolana Komarî ku li bajêr weke kolanekî ku tê de hemû netewe û pêkhateyên civakî bi hevre dijîn tê nasîn, li dar bixin. Armanca lidarxistina wê pêşengehê ya li wê kolanê ew bû ku hemû pêkhateyên bajê pêşengehê bibînin ku bi hevrejiyana li bajêr nîşan dide.

Di derbarê bi rêvebirina pêşangehê de Berpirsê Têkiliyên Koma Hişyarî ya Ciwanan Serhed Mehmûd ji ajansa me re axivî û got: “Em Koma Hişyarî ya Ciwanan me ew çalakî pêk aniye ku tê de pêşengehekî taybet ya bi hevrejiyanê û muzîka zindî hate pêkanîn. Armanca me Koma Hişyarî ya Ciwanan avakirina ruhê bi hevrejiyanê ya di nava hemû pêkhateyên Kerkûkê ye.”

Mehmûd wiha behsa çendayetiya wê pêşengehê kir: “Îro li wê pêşengehê ji hemû pêkhateyên bajêr keç û kurên şêwekar û wênekêş tevlîbûne ku hejmara wan nêzî 20 kesan e.”

Mehmûd herî dawî bal kêşand li ser taybetmendiya koma xwe û wiha pêde çû: “Em Koma Hişyarî ya Ciwanan komekî serbixwe ne û bi awayekî dilxwaz dixebitin. Piştî xilasbûna pêşengehê hemû tabloyan ji bo karê xêrxwaziyê tên frotin.”

Di dawiya pêşengehê de hemû wan şêwekarên ku tevlî pêşengehê bibûn ji ber girîngîdayîn û nîşandayîna bi hevrejiyanê ya li bajarê Kerkûkê sipasname wergirtin.

Ji ber şopandina xebat û çalakiyên rewşenbîrî û taybet bi bi hevrejiyanê yên bi vî rengî weke xelat sipasnameyek dan nûçegihanê ANF’ê.