Li Elmanyayê serdemeke nû

Li Elmanyayê bi hilbijartina îro re ‘serdema Merkelê’ ya 16 salan bi awayekî fermî bi dawî bû. Li gorî rêjeya dawîn demokratên sosyal ên ku Scholz ji bo serokwezîrtiyê namzet nîşan dabûn jî ketin pêş.

Li Elmanyayê bang li 60 milyon kesî hatibû kirin ku bila biçin di hilbijartinê de dengê xwe bidin. Ji sala 2005’an û vir ve Angel Merkel serokwezîr bû û bi hilbijartina îro re serdemeke nû dest pê kir.

Li gorî encamên dawîn ên ZDF’ê CDÛ û CSÛ li gorî hilbijartina sala 2017’an ji sedî 8,3 dengê xwe kêm kirine û rêjeya dengê wan bûye ji sedî 24,5. Partiya Demokratên Sosyal (SPD) a ku Olaf Scholz ji bo serokwezîrtiyê nîşan dabû jî dengê xwe ji sedî 5 zêde kir û rêjeya dengê wan bû 25,9. Di hilbijartinê de SPD bû yekemîn.

Dengê Partiya Keskan ji sedî 14,1 e û FDP jî dengê wê ji sedî 11,7 e. Partiya nîjadperest û populîst a Elmanyayê AfD jî li gorî sala 2017’an dengê xwe ji sedî 2 kêm kiriye û rêjeya dengê wê bûye 10,7.

Partiya Çepgir jî dengê xwe ji sedî 4,2 kêm kir û rêjeya dengê wê bû ji sedî 5. Li gorî hinek çavdêrên siyasî wê Partiya Çepgir nikaribe benda ji sedî 5’an derbas bike û bi tenê bi parlementerên ku hatine hilbijartin wê li Meclîsa Federal were temsîlkirin.

Laschet û Merkel’ê di kampanyaya hilbijartinê ya CDÛ’yê de digotin “Divê em welat teslîmî komunîstan nekin’ û Partiya Çepgir dikirin hedef.

Laschet piştî eşkerebûna encamên pêşîn li Berlînê li navenda giştî ya partiya xwe axivî û got “Me nehişt ku di hikumetê de Partiya Çepgir cih bigire.” Hejmara kursiyên SPD, Partiya Keskan û Partiya Çepgir têra avakirina hikumetê nake.

Heke encam wisa be dibe ku SPD ji dêvila bi CDÛ/CSÛ’yê re koalîsyona mezin a hikumetê ava bike, dibe ku bi Partiya Keskan û FDP’ê re rûnê ji bo avakirina hikumetê dest bi hevdîtinan bike.

Rêveberên FDP’ê peyam dan ku ew dikarin bi SPD’ê re ji bo avakirina hikumetê rûnên.