Li Bernê danasîna ‘Bîra Kobanê’ hate kirin

Li Bernê Rojên Mîrateya Çandî ya Ewropayê hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de danasîna muzeya bîrê hate kirin. Tabletên ji axê yên hunermendên Swîsreyî û Kurdistanî hate danasîn.

Rojên Mîrateya Çandî ya Ewropayê ya 28’emîn îsal li bajarê Bernê ya Swîsreyê hate lidarxistin. Rojên Mîrateya Çandî li şatoya Schloss Bûrgdorfê ya li navçeya Bûrgdorfê hate kirin. Komeleya Masela ya ku hewl dide dîroka Mezopotamyayê ragîne bi projeya xwe ya ‘Em diyar in’ tevlî van rojan bû. Muzeya bîrê ya ku komeleya Masela hewl dide li ser mînaka Kobanê ava bike, hate danasîn.

Di rojên mîrateya çandî de tabletên ji axê yên hunermendên Swîsreyî û Kurdistanî hate danasîn.

Li ser navê Komeleya Maselayê Ozlem Yaşar diyar kir ku ew dixwazin berxwedana li Kobanê, pêvajoya avakirina Kobanê û dîroka Mezopotamyayê ragihînin gelên Ewropayê.

Yek ji avakarê Komeleya Maselayê û peykersaz Werner Neûhaûs jî diyar kir ku ew di xebatên avakirina Kobanê de cih digire û got “Axa Mezopotamyayê ji ber dîrok û çanda xwe li gorî Ewropayê kevntir e. Tê xwestin ku ev dîrok were jibîrkirin, lê em ê jî vê mîrateya dîrokî û çandî ragihînin gelên Ewropayê û em ê bi xebatên xwe yên hunerî vî tiştî bidomînin.”

Di pêşangehê de di çarçoveya projeya ‘Em diyar in’ de du belgefîlmên ku li Silêmanî û Swîsreyê hatibûn kişandin, hatin nîşandan.