Li Berlînê pêşengeha 'Dilê Rojhilat' hat vekirin

Pêşangeha bi navê “Dilê Rojhilat” ku pêkhateyên etnîkî û olî yên Kurdistanê nîşan dide hat vekirin û dê heta 1’ê Çileya 2024’an li Zitadelle Spandau vekirî be.

Li paytexta Elmanya Berlînê pêşangehek ku civakên etnîkî û olî nîşan dide bi navê “Dilê Rojhilat” hat vekirin.

Pêşengeh bi alîkariya Buroya Aştiyê ya Jinê ya Cenî, Nav Berlîn, Kurdische Centrum, Hînbûn û Akademiya Êzidî ve ji hêla Dr. Thomas Kramer hat vekirin.

Di pêşangeha ku li Zitadelle Spandau-ZAK (Navenda Hunera Hemdem) hat vekirin de wêne û modelên ku bawerî û çanda Kurdî ya li Kurdistanê nîşan didin û her wiha wêneyên Komkujiya Ermeniyan nîşan didin hat vekirin.

Welatiyên Elman û Kurdistanî jî eleqeyeke mezin nîşanî vekirina pêşengehê dan.

Di vekirina pêşangehê de Dr. Thomas Kramer ji ber eleqeya mêvanan spasiya wan kir. Dr. Kramer diyar kir ku ew nû Kurdan nas dike û wiha got: "Me di vê pêşangehê de kompozîsyoneke ku bikaribe Kurdan, Kurdên Êzidî û Ermeniyan îfade bike fikirî û amade kir. Îro em hemû bi hev re vê heyecanê dijîn."

DÊ HETA SERÊSALÊ VEKIRÎBE

Pêşangeha ku li Zitadelle Spandau-ZAK ku li Am Juliusturm 64, 13599 Berlînê ye vebû, ji bilî rojên pêncşemê her roj saet di navbera 10.00 û 17.00 de vekirîbe. Her wiha wê heta 1’ê Çileya 2024’ tenê roja pêncşemê saet di navbera 13.00 û 20.00 de vekirî be.