Li Şîliyê naylonên plastîk hatin qedexekirin

Şîlî welatê yekem yê Amerîkaya Başûr e ku naylonên plastîk qedexe kir.

Şîlî jî beşdarî nav wan welatên cîhanê bû yên ku bikaranîna naylonên plastîk qedexe kirî.

Serokê Dewleta Şîlî Sebastîan Pînera di merasîmekê de axivî û wiha got; “Ez dixwazim kêfxweşiya xwe bi were par ve bikin: Ji îro pê ve em ê li gorî qanûnan bin”.

Şîlî bi vî awayî beşdarî nava lîsteya 60 dewletan bû ku dixwazin bi qedexeya naylonên plastîk pêşî li qirêjya derdor bigrin. Li tevahiya cîhanê di her deqîqeyekê de 10 mîlyona çenteyên plastîk têne bikaranaîn, li gorî qanûna ku li Şîlî yê bikeve meriyêtê ji derveyî bikaranîna naylonên plastîk ji bo parastina xwarinê, belavkirina naylonan tê qedexekirin.

Li gorî qanûna ku di Rojnameya Fermî de hatî weşandin, ji bo bikaranîna vê pêkanînê ji bo şîrketên mezin 6 meh dem hatiye dayîn, ji bo dikandarê biçûk jî 2 sal dem hatiye dayîn.

Li gorî qanûnê, kesên ku tiştan difiroşîn li gorê rêya kirîn-firotin wê herî zêde 2 naylonên plastîk bigre. Piştî ku dem qediya cihên kar yên ku naylonên plastîk bide mişteriyên xwe wê 370 dolar (320 Euro) ceza were birÎn.

Sedî 4 ji gelê Şîlî yanî nêzî 17 mîlyonû nîv gemariyê ji hev cûda dikin. Mezaxtina naylonên plastîk yê gelê Şîlî yê salekê 3.4 mîlyar e. Nêzî sedî 90’ê van naylonên plastîk yan diavêjin çopê yan jî di avêjin behrê.

,