Letîf Fatîh Ferec 2 pirtûkên nû nivîsand

Nivîskarê Başûrê Kurdistanê Letîf Fatih Ferec 2 pirtûkên xwe yên nû di merasîmekê de bi xwendevanên xwe da naskirin.

Nivîskar û şêwirmendê Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê Letîf Fatih Ferec di merasîmeke taybet de ku li navenda Rêxistina Pêşxistina Mirovî (CDO) ya li bajarê Silêmanî hatibû lidarxistin de du pirtûkên xwe yên bi navê “Sultan Haşim û Enfal” û “Petrola Belaya Serê Kurd û Talan Petrolê” bi xwendevanên xwe re da nasîn.

Berhemên nû yên wî nivîskarî bi şeklê du bergan hatine çapkirin. Her wiha Ferec ji bilî van her du pirtûkan zêdetirî 53 biroşûr û pirtûkên çîrokan nivîsandiye û hatine çapkirin.

Erdnîgariya Çemçemal ku Nivîskar Ferec lê ji dayik bûye ku wek paytexta şehîd û enfalê tê naskirin bandoreke mezin li ser wî daniye û piraniya mijarên ku di berhemên xwe de girtiye dest lêkolînên di derbarê sûcên rejîma Baas û Enfal de ne, her wiha bi dehan berhemên xwe yên wêjeyî, siyasî û çandî jî heye.