Kurd û dostên xwe li Marsîlyayê di festîvalê de li hev civiyan

Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 2'emîn bi beşdariya zêdeyî deh hezar kesî li Marsîlyayê pêk hat. Di festîvalê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û berxwedana gerîla hate silavkirin.

Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 2'emîn li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi beşdariya zêdeyî deh hezar kesî ku ji Kurdistanî û dostên wan pêk dihat, hate pîrozkirin. Di festîvalê de ku daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, berxwedana gerîla hate silavkirin.

Festîval li Park la Roze pêk hat û ji bajarên Dragûîgnan, Montpellîer, Avîgnon, Toûloûse û Bordeaûxê gelek kes tevlî bûn.

Girseya gel serê sibehê berê xwe da qadê. Tevlîbûna zêde ya ciwanan bal kişand.

Bernameya festîvalê jî saet di 13:00 de bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir.

Piştre jî Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Marsîlyayê beşdar silav kir û ji ber festîvalê spasiya komîteya amadekar kir.

Di festîvalê de Koma Aram, Hozan Menal, Hozan Rêber, Hozan Canê û Şivan Perwer derketin ser dikê.

Ji qisekeran Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal got, "Em gihîştin fînalê. Gerîla berxwedaneke bêhempa nîşan dide. Ya ku divê em bikin ew e ku hêjayî vê berxwedanê bin, xwedî lê derkevin û Rêber Apo azad bikin."

Bi navê saziyên dost ên Fransî jî axaftin hatin kirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd hate kirin. Her wiha bi dirûşman şervanên azadiyê yên Kurd hatin silavkirin.