Konseya Rêveber a KNK’ê encamnameya civîna xwe eşkere kir
Di encamnameya civîna Konseya Rêveber a KNK’ê de hate gotin, “Pêwîstiya yekgirtina siyasî di navbera hezên Kurd de îro ji her demê zêdertir e.”
Di encamnameya civîna Konseya Rêveber a KNK’ê de hate gotin, “Pêwîstiya yekgirtina siyasî di navbera hezên Kurd de îro ji her demê zêdertir e.”
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyek nivîskî encamnameya civîna xwe ya ku di 1’ê Kanûna 2023’yan de pêk hat, eşkere kir. Di encamnameya ku rojeva siyasî ya li Rojhilata Navîn hat nirxandin de, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîn weke erkek sereke hat destgirtin.
Di encamnameya civînê de ev tişt hatin gotin:
”Di nirxandina Rojeva siyasî de guhertinên ku weke şerê Hamas-Îsraîl hatiye pênasekirin de di bingeh de qonaxek nû li herêma Rojhilata Navîn destpê kiriye. Li hember vê guhertinê bi taybetî dewleta Îran û Tirkiye xwestin deng û hêza xwe weke hêzên desthilatdar yên Herêma Rojhilata Navîn bidin diyarkirin. Her çiqas ew herdu dewlet di şerê Hamas-Îsraîl ê de xwe weke xwediyê gelê Fîlîstînê dan diyarkirin jî, ti hêz ji wan bawer nekir. Ji ber ku herdu dewlet zilmê li ser gelê Kurd pêk tînin. Li aliyê din her du dewlet bi alîkariyên ciddî hêzên weke Hamas li ser piyan dihêlin û wan ji bo berjewendiyên xwe bi kartînin. Dewleta Îranê bi zext û erîşên leşkerî yên li ser Rojavayê Kurdistanê xwest Kurdan bikşîne aliyê xwe û li ser Kurdan plan dikir nakokiyên xwe li gel Emerîkayê bixebitîne.
Bi taybetî di vî şerê dawî ya di navbera Hamas-Îsraîlê de, metirsî hene ku guhertinên demografîk li cihên ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne koçberên Xeze bên bi cih kirin. KNK’ê bang li rayedarên siyasî û gelê Fîlîstîn dike ku bila nevekin xefika siyaseta ku li ser wan tê meşandin. Kurd ji bo welatekî azad sedsal in têdikoşin û bi hezaran şehîd ji bo axa xwe feda kirine. KNK’ê her wiha bang li hêzên navneteweyî yên ku hesabên guhertinên demografîk dikin kir ku, bila nekevin nav şaşitiyên wisa.
Di rojeva siyasî de rewşa Rojhilatê Kurdistan û dewleta Îranê weke mijarek taybet li ser hat seknandin. Têkoşîna gelê me, gelên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di bin dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ de berdewame. Pêwîstiya yekgirtina siyasî di navbera hezên Kurd de îro ji her demê zêdertir e. Her wiha pêş xistina tifaqên li gel neteweyên din jî ji bo Kurdan xebatek girîng e. Ji ber ku tifaq bi xwe re hêzbûyînê pêş dixe.
Dewleta Îran mixabin ji bo hêza Kurd qels bike, bi zext û gefên li ser desthilatdariya Başûrê Kurdistanê ve encam girt. Tevgera hêzên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê, bi taybetî li Başûr bi awayekî cidî hatine sînordarkirin. Qetilkirina şoreşger û siyasetmedarên Rojhilatê Kurdistan li Başûrê Kurdistan êdî pir asayî bûye. Mixabin hêzên desthilatdarên Başûrê Kurdistanê li gor erka xwe ya welatparêzî tevnegeriyan û zêdetir berjewendiyên dagirkeran berçav girtin û daxwaza dagirkeran pêk anîn. Konseya Rêveber di pêşxistina yekgirtina siyaseta Rojhilatê Kurdistan de xwedî biryare ku erka xwe pêk bîne û bang li hêzên Rojhilatê Kurdistan dike ku bi lezgînî platformên xurtkirina yekgirtinê pêş bixin.
Dewleta Tirk di vê qonaxê de xwest wekî dema şerê Ûkranya sûd ji şerê Hamas-Îsraîlê bigre. Lê encam negirt. Hezên herêmî û kûrewî dewleta Tirk di vî şerî de bêpar hiştin. Kesî guh neda gef û dîplomasiya bazirganan a dewletê. Beriya şerê Hamas-Îsraîl dewleta Tirk di 5’ê Cotmehê de xwest destkeftiyên gelê Kurd li Rojava û gelên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi êrîşên dijwar têk bibe. Bi erîşên hawayî zerar da %50 binesazîya jiyana gelê me û gelên din. Armanc bê Kurd kirina Rojava bû. Lê gelê kurd cihê xwe berneda û hesabên dewlet bi ser neket. Rêveberiya Xweser tavilê pêwîstiyên jiyanî bi rêxistin kir û gelê me jî ji ber zanebûna bilind ya siyasî armanca dewleta Tirk vala derxist.
Her wiha pêngava siyaseta Kurd li Bakurê Kurdistanê jî dewleta Tirk tengav dike. Siyaseta Bakurê Kurdistanê îro di nav pêngaveke girîng de ye. Di bin dirûşmeya azadkirina Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan de, hêza siyasî û civakî îro li Bakurê Kurdistan bi awayekî erênî pêş dikeve û rejîma faşîst a Tirk tengav dike. Berxwedana gerîlayên azadî jî heya niha mecal neda ku dewlet Başurê Kurdistan dagir bike. Dewleta Tirk li gel êrîşên leşkerî şerekî dijwar li dijî civaka Kurd hem li Bakur û hem jî li Başûr dimeşîne. Di bin navê Îslamiyetê de li ser rêya hêzên noker wek Hûda Par dixwazin Kurdan bibin serdema navîn, Kurdan ji nasnameya neteweyî dûr bixin. Bi taybet dixwazin jinên ku li hemberî DAÎŞ’ê serketine û jinên ku bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ li dijî rejîma Îranê derketin û serê gelê Kurd di asta cîhanê de bilind kirin, têk bibin. Eger îro tundî li dijî jinên Kurd di civakê de zêde bûne, yek sedem jî ew e ku hêzên di bin maska ol de piyawsalariyê ferz dikine. Ev yek li dijî jinan ragihandina şer e.
Lê li aliyê din tê zanîn ku wan hêzan di bin navê ol de gelek melên welatparêz, rewşenbîr û pêşengên gelê Kurd bi hovane ji bo xizmeta dewleta dagirker kirin. Me terora Hizbîl Kontra û îro jî bi navê Hûda Par ya salên 90’an, ji bîr nekiriye. Niha li ser rêya wan hêzên noker, dijmin dest davêjin Başûrê Kurdistanê jî. Di bin navê biratiyê de Îslamê tora dijî kurd li gor berjewendiyên dagirkeran li Başûrê Kurdistan li gel partî û sazîyên olî pêk tînin.
Konseya KNK’ê, di nîqaşan de bi taybetî li ser qetilkirina endam û nûnerê ofîsa KNK’ê de li Hewlerê şehît Denîz Bulbun bibîr xist. KNK’ê bang li hikûmeta Herêm û Iraqê dike ku demildest hêzên ku li pişt vê terorê ne eşkere bikin û kujeran ceza bikin. KNK’ê manîpulasyonên li ser tora civaka bi nîşankirina kujeran jî red dike û di şopandina doza şehîdên xwe de bi israr e.
Konseya KNK’ê her wiha derbarê azadiya Rêberê KCK’ê birêz Abdullah Ocalan jî nirxandin û têkoşîna azadkirinê weke erkekî neteweyî destgirt.
KNK’ê di heman demê de bang li hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistan dike ku di hilbijartinên parezgahan de hem li Iraq û hem jî li Başûr pîvanên şefaf û demokratîk esas bigrin, da ku gelê me bi azadî tercîha xwe bike.
Di dawiyê de Konseya KNK’ê biryar da ku Civata Gîştî ya 22’mîn bi fîîlî sala 2024’an de pêk bîne. Her wiha biryar derket ku du şewirên girîng ya jinan û rewşenbîr/akademîsyên Kurd jî hilbijêrin. Di çerçova biryarên Konferansa Lozanê de, KNK’ê Forumek yasayî li dijî peymana Lozanê jî amade bike."