Kongreya Avakirinê ya Dersimê 'Dengbêj Silo Qiz' bi bîr anî

Kongreya Avakirinê ya Dersimê Suleyman Dogan bi bîr anî.

Kongreya Avakirinê ya Dersimê Suleyman Dogan (Dengbêj Silo Qiz) ku ji şahidên dawî yên Komkujiya Dersimê bû bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di hişê civakî yê Dersimê de rola ozan, dengbêj û şakirtan mezine" û hate destnîşankirin ku bi saya kilamên wan ew zimanê xwe diparêzin.

Di daxuyaniyê de êrişên AKP-MHP'ê yên li dijî hunermendên Dersimî hatin bibîrxistin û hate gotin, "Yilmaz Çelîk û Şenol Akdag hatin girtin. Ferhat Tûnç jî ji ber dozên li dijî wî ji neçarî li sirgûnê ye. Onûr Yanardag û Mîkaîl Aslan jî ketin ber dozan. Çayan Demîrel ji ber dokûmantera amade kir hate cezakirin û Kazim Oz jî kete ber lêpirsînê."