KON-MED’ê ji bo Festîvala Dersimê bang kir

KON-MED’ê banga tevlîbûnê li Festîvala Çandê ya Dersim a Ewropa ya ku îro li bajarê Frankfûrt a Elmanya destpê kir û wê sibe bi dawî bibe kirin.

Koonfederasyona Civakên Kurdistan ên Elmaya (KON-DEM) a daxuyaniyek nivîskî da, got: “Festîvala Çandê ya Dersim a Ewropayê ku her salê weke kevneşopiyekê tê lidarxistin, îsal bi dirûşma ‘Dest nede ziman, bawerî, xweza, çand û nasnameya min’ û ‘Dersima Yo Mao’ li bajarê Frankfûrt a Elmanyayê destpê kir û wê sibe bi bernameyeke dewlemend dom bike.”

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

“Festîvala Dersimê ya ji bo êş, zext û texrîbatên qirkirinên dîrok ên li ser xelkê Dersimê dayî çêkirin xwedî girîngiyeke taybet e. Ji bo vê di vê pêvajoya ku em têre derbas dibin tevlîbûna ji bo Festîvala Çanda Dersimê pir girîng e. Em di pêvajoyeke de ne ku her kesê muxalefetiyê dike tên girtin.

Em KON-MED, di serî de bang li saziyên dersimî, Federasyonên Civakên Kurd ên Demokratîk a Elmanya, jin, ciwan, hemû saziyên baweriyên cuda; her beşê siyasî yên di eniya ked û meclîsên me de ne dikin ku tevlî Festîvala Çandê ya Dersim a Ewropa bibin. Ji bo tehşîrkirina polîtîkaya helandina dewleta faşîst û rûyê wê yê qirker dengê xwe bilind bike.

Ji heftsalhî heta heftê salî banga tevlîbûna festîvala ku wê sibe di roja duyemîn de bidawî bibe dikin.